Li Hewlêrê komcivinên cuda cuda li ser tund û tijiya li jinê hatin li darxistin
- 15:40 27 Cotmeh 2019
- Rojane
HEWLÊR - Bi bejdarbûna çend rêkxistinên civaka sivîl, li bajarê Hewlêrê 3'emîn Civîna civaka Kurdistanê hat li darxistin. Di civîna hat lidarxistin de çend çalakiyên wekî, panel jî hatin pêşkêşkirin. Di civînê de tişta girîng ku derket pêş tundiya li ser jinê bû.
Rêxistina Msle bi hevkariya rêxistina UPP, Salane Komcivinên civakî li Kurdistanê ku tê de çend çalakî, civîn û seminer cih digirin li dardixe. Îsal jî rêxistina Msle bi hevkariya rêxistina UPP ya Îtalya 3'emîn Komcivîna Civaka Kurdistanê li Navenda rewşenbîrên Zanîngeha Sellahedin li dar xist. Di nav Komcivînê de çend panel hatin pêşkêşkirin. Panela herî zêde balkêş ya derbarê tundî û destdirêjiya cinsî ya li ser jinê bû.
'Qurbaniya yekem li ser sînor jin bû'
Di panela li ser tundî û tujiya li ser jinê nirxandin hat kirin û li gorî daneyên ku hatin aşkerakirin ji destpêka sala 2019'an hata îro hat diyarkirin ku 10 jin hatine kuştin û hat diyarkirin ku ji destpêkaa 2015'an heta roja îro salane di navber 40 -50 de jin hatine qetilkirin ku ev jî cihê xemgîniyê ye.
Herwiha Seroka Koma Aliyê Jinan Lane Amanc jî diyar kir ku qurbana yekem a bombebarana li ser sînorê Herêma Kurdistanê jî jin bû."
'Binpêkirina azadiyê herî zêde li hember rojnamgeran pêk hatiye'
Di beşek din ya Komcivîna Civaka Kurdistanê de panelek derbarê rewşa azadiyê de hat pêşkêşkirin ku tê de ji aliyê rêxistina aştî û azadiyê ve rêjeya binpêkirina mafên jinan radixe ber çavan. Li gor hejmarên îsal 112 buyerên binpêkirima azadiyê rudane û ji van binpêkriinan 64 li hemberî rojnamevanan hatine kirin. Rêjeya herî zêde ya binpêkirina azadiyê jî li bajarê Silêmanî pêk hatiye. Lê binpêkirina mafan herî kêm li hember jinên rojnameger pêk hatiye ku tenê hejmara wan 2 kesin.
'Armanc sûdgirtina jinan e'
Srwe Elî rêvebera ragihandina civaka Talasîman û çalakvan derbarê pêşangeha ku di nava komcivînê de hat nîşandan de dibêje: “Ev pêşnageh karê destan ê di nava civakê de nîşan dide û xwedî taybetmendiye. Armanca pêşangehê ew e ku ji van berhemên destên xwe jin di warê malî de sûdê bigirin e."
'Em dikarin bi ser kevin'
Di nava komcivînê de beşa wêneyan jî xwedî kom bûn û ji 4 parçeyên Kurdistanê wêne kêşandibûn wêneyên xwe pêşandan.
Endama Koma Fotorafên Gelan ku derbarê pêşangehê de agahî dan wiha got: “Koma me ji keç û xortên her çar parçeyên kurdistanê pêk tê, ev nêzî salekê ye me dest bi vî karî kiriye. Heta niha me 6 pêşangeh vekirine. Wênekêşî jî weke hemû karên din di nava çanda me de zahmet e. Çend caran em rastî xespê hatin. Lê me xwe îspat kiriye ku em dikarin li gel wan xespan jî bi ser kevin.”







