QSD: Em li dûrî sînor bi cih dibin

  • 16:25 27 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku QSD`ê erêkirina însiyatîfa Rûsya ji bo rawestandina êrîşên li djiî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, QSD`ê cihên yên li ser sînor vala kirin û xwe dûrî herêmên sînorê di navbera Sûriyê - Tirkiyê de, bi cih kir.
 
Fermandariya Giştî ya QSD`ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku însiyatîfa Rûsya ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê erê kir. Ev yek li gorî lihevkirina Sochi ya di 22`ê Cotemha 2019`an de hat kirin. Li gorî wê QSD`ê xwe li cihên nû dûrî sînorê Tirkiyê – Sûriyê, bi cih kir.
 
Fermandariya Giştî ya QSD`ê Beriya niha bi daxuyaniyekê tekez kir ku ew ê mafê parastina gelên herêmê û destkefiyên wan pêk bînin û bang li Rûsya kir ku erka xwe pêk bîne û diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta navendî li Şamê veke.