'Yekbûna gelan komplo vala derxist'
- 16:58 27 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Meclisa navçeya Tirbespiyê derbarê rewşa heyî de civînek ji şêniyên herêmê re lidarxist.
Meclîsa navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo, girêdayî pêvajoyê ji gel re civîn li dar xist. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir û ji aliyê Medya Muhemed ve hat rêvebirin.
Medyayê wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev bû demek dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Armanc ji wan êrîşan pêkanîna berjewendiyên dewletan û hedefgirtina deskeftiyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Îro pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, bi hev re rabûn û berxwedana xwe cardin nîşan dan. VÊ yekbûna gelan jî komploya dijmin vala derxist. Rêveberiya Xweser dê ji bo mafêN gelan herdem li ser piyan be. Dê berxwedana me êrîşên dijmin vala derxîne."
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.







