Meclisa Jinan a HDP'ê li Edeneyê starta çalakiyan da
- 18:49 27 Cotmeh 2019
- Rojane
EDENE - Meclisa Jinan a HDP'ê li Edeneyê starta çalakiyên 25'ê Jidarê ku wê bên lidarxistin da. Jinên endamên meclisê diyar kirin ku ew ê bi minaseta 25'ê Mijdar ê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan çalakiyên xwe hata wê rojê berdewam bikin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Edeneyê, tekildarî çalakiyên der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan bi diruşmeya "Hevserokatî xeta me ya mohr e" li avahiya HDP'ê ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Meclîsa Jinan a HDP'ê bi civîna çapemeniyê starta çalakiyên 25'ê mijdarê da û diyar kir ku dê heta mehekê her roj li qadan di nava çalakiyan de bin. Li ser navê jinan Saniye Seçkin daxuyanî xwend û wiha got: "Di pêvajoya ku em îsyana xwe mezin dikin de em starta çalakiyên 25'ê Mijdarê didin. Heta 25'ê mijadê li mal, dibistan, cihê kar û li her qadê emê mil bidin hev û têbikoşin.
Saniye, destnîşan kir ku ev şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve ne tenê şoreşa jinên herêmê ye û wiha got: "Ev şoreş; şoreşa hemû jinên li Kurdistan, Tirkiye û hemû jinên li cîhanê têkoşîna azadiyê didin e. Ev şoreş li dijî hovîtiya DAIŞ'ê bi bedelên mezin hatiye avakirin. Li dijî îtîfaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê pêş ketiye. Li dijî OSO ya uniformayê DAIŞ'ê li xwe kiriye ye. Em carek din diyar dikin ku ev şer li diji gelê Kurd û li dijî gelê ji bo jiyana hevpar a Rojhilata navîn têdikoşe ye. Em ê li gel feministan li qadan bin. Em bedeng nabin, natirsin û em seri natewînin."







