Xwendevanan ji bo kurdên Rojva dest bi kampanyayê kirin

  • 19:44 27 Cotmeh 2019
  • Rojane
HEWLÊR - Xwendevanê zanîngeha Silêmanî li bajarê Silêmaniyê kampanya alikariyê ji bo koçberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê dan despêkirin. Kampanya wê hata 4 rojan berdewam bike.
 
Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Di encama êrîşên dewleta tirk de ji 5 hezaran zêdetir kurdên Rojavayê Kurdistanê neçarî koçberiyê bûn, ev koçber li qampa Berdereş ku dikeve sînorê parazgeha Dohokê bi cih bûne. Li bajarê Silêmaniyê îro komek xwendekarên Zaningeha Silêmaniyê kampanyayek ji bo wan dan despêkirin. Xwendevanên rêxistina vê kampanyê gotin: ‘Armanca kampanyê ji bo alîkariya koçberên rojava ne em gelek keyfxweşin ku me kampanyaya alîkariyê ji bo wan daye despêkirin. Ev kampanya wê 4 rojan berdewam bike ji bo komkirina alikariyê û piştre jî bi rêya rexistina Heyîva Sora Kurdistanê wê alikariya ku me komkirine  bi gihe koçberan."
 
'Kampanya heta 30'ê mehê wê bidome'
 
Elend Rizgar ku yek ji endamê rexistina kampanyayê ye derbarê xebatên xwe de wiha got: “Ev kampanya ku me daye despêkirin ji bo komkirina alikariya cil û berg û alikariya madî ye. Ev kampanya di 27’ê mehê de hat destpêkirin û  heta 30'ê mehê wê bidome. Piştre jî bi rêya rêxistina Heyîva Sora Kurdistanê alîkariya ku me kom kiriye wê bigihe koçberan. Banga me ji bo  hemû niştecihên başurê Kurdistanê ew e ku alikariya kampanyaya me bikin.”
 
Hunya Salih derbarê armanca kampanyayê de ev tişt got: “Em weke xwendevan û weke mirov dixazîn bi rêya vê kampanyê alîkariya kurdên Rojava bikin. Daxaza me ji hemu hemwelatiyan heye alikariya kurdên li Rojava bikin.”
 
‘Alîkariya cil, berg û madî daxwaza sereke ye’
 
Pirje Necmedîn weke xwendevanek Zanîngehê hestên xwe  derbarê berpirsyaretiya xwe ya ji bo armanca vê kampanyê de anî ziman û got: “Bi guherîna rewşa hewayê re li Kurdistanê me alîkariya komkirina cil û berg û alikariya madî wekî aramanca sereke ya vê kampanyayê daye pêşiya xwe weke xwendevan em dixwazin bibin bersîvek ji bo kurdên Rojava.
Xwendevan û mamostayên Zanîngehê vê helwestê weke karek yê mirovî pênase dikin û piştgiriya xwe ji bo kampanyê radigihînin."
 
Hêmin Hesen mamostayê Zanîngeha Silêmanî di derbarê kampanya xwendevanan li Başurê kurdistanê behs wê yekê kir û got: “Cihê destxweşiyê ye ji bo me hemuyan ev karê ku xwendevanan dane despêkirin, ew tişta ku dikin em pê gelek keyfxweşin.  Ez gelek pê keyfxweş îm ku şoreşgerî û xema neteweyxwî di heman astê de ye.” 
 
‘Bi rêya vê kampanyê rewşa rojava li bajar û  Zanîngehan ragihînin’
 
Kîje Cebar weke xwendavanek ya Zanîngehê karê ku dane despêkirin bi başî  dinirxîne û dibêje: “Em di karin bi rêya vê kampanyê rewşa Rojava li bajar û  Zanîngehan ragihînin. Li aliyek din jî alîkariyek  ji bo kurdên Rojava ye. Li gora min pêwîste ev kampanya li hemû bajar û zanîngehan werîn destpêkirin. Hemu jî divê bibin alîkar.”