Ji STK’yan ji bo CHP’ê name: Her kes fedekariya dikeve ser milê wan divê bike

  • 09:09 28 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - 7 saziyên civaka sivîl li dijî nêzîkatiya CHP’ê ya ku polîtîkayên şer erê kiriye, ji CHP’ê re name şandin. Nesteren Davutoglu der barê mijarê de axivî û got: “CHP li şûna ku şer asayî bibîne, divê li dijî qeyûman pêşengiyê bike.” Nurten Ertugrul jî got: “Mixabin di vê pêvajoyê de di polê de man. Her kes divê fedekariya dikeve ser milê wan bike.”
 
Yekitiya Ji bo Demokrasiyê, Kongreya Îslamî ya Demokratîk, Koma Diyalogê, Platforma Komeleya Rojhilat û Başurê Rojhilat, Platforma Edelet û Maf, Platforma Ji bo Mexduran Edelet û Hewldana Welatiyan, nameya der barê operasyona ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin de ji CHP’ê re namzeyek şandin.
 
Endama Yekitiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) Nesteren Davutoglu, diyar kir ku wan ji partiya muxalefeta sereke re nameyek der barê geşedanên welat de nivîsîne û got: “Tayînkirina qeyûman tê wateya nenaskirina îradeya gel. Bi aşkerakarên derveyê qanûnê dikin. Ne tenê mafê welatiyên Amed, Wan û Mêrdînê, mafê hemû hilbijêran hat binpêkirin. Wêneyên şer, xwîn, mirin û zilm e.”
 
‘Ger bibin yek wê encam biguhere’
 
Nesterenê got divê muxalefet li dijî van pêkanînan bêj e ‘êdî bes e’ û ev tişt bi lêv kir: “ Me tu wate neda ku CHP çima vê biryarê dide. Dilê me rehet nekir. Me xwest em hişyar bikin. Di hilbijartinên dawî de hêviyek afirî. Aliyên demokrat dît ku ger li dijî rejîma yek kesî bibin yek wê encam biguhere. Lê ligel vê hêviyê, tiştên berovajî vê niha tên kirin. Hêvî û xeyalên gel têk çûn. Li dijî bendewariyên gel CHP’ê çima tiştek wisa kir. Ez qebûl nakim.”
 
‘Divê li dijî qeyûman pêşengiyê bike’
 
Nesterenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê CHP sekna xwe ya sosyal demokrat bi bîr bîne û li dijî vê bisekine. Ev tezkere ji bo berjewendiyên netewî hat derxistin. Lê xetereyek şênber tune. Divê CHP şer asayî nebîne û li dijî qeyûman pêşengiya şênber bike.”
 
‘Ji bo partiya ku muxalefet nekir, em bûn muxalefet’
 
Ji Platfroma Maf û Edeletê Nurten Ertugrul jî destnîşan kir ku bi hilbijartinên dawî re hêvî pêk hatiye û got: “Lê CHP’ê ev hêvî têk bir. Ji bo em şaşiya siyaseta CHP’ê nîşan bidin û deşîfre bikin me ev name nivîsî. Em ji bo partiyeke ku muxalefetê ku muxalefet nekir, bûn muxalefet.CHP’ê hîna biryara siyaseta xwe nedaye. CHP îro yek ji sedemên van bûyerên kaotîk e. Mixabin di vê pêvajoyê de di polê de man. Her kes divê fedekariya dikeve ser milê wan bike.”