Hediye Levent: Di destê Tirkiyeyê de 5 mîlyon penaber û artêşek neteweyî ma

  • 09:15 28 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Rojnameger Hediye Levent diyar kir ku ji destpêka şerê Tirkiyeyê yê li Sûriyeyê heta niha di polîtîka şopandiye tu qezenca wan çênebûye û wiha got: “Di encama wê de di destê wan de artêşek netewî ya hezaran endamê wê hene ma. 5 mîlyon penaber man. Tirkiyeyek ku tenê maye heye. Dema ev li ber çavan bê girtin ne pêkan e em bêjin destkeftî hatine bidestxistin.”
 
Bi rojeva operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê, serokomar Recep Tayyîp Erdogan û serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di 22’ê cotmehê de li Şoçî hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê mutabakatek 10 xalî hat weşandin. Rojnameger Hediye Levent herêm ji nêz ve şopand, mutabakata 10 xalî nirxand.
 
Hediyeyê diyar kir ku xala ‘parastina yekitiya ax û siyaseta Sûryeyê’ ya mutabakatê, ger bal nekişandiba ser mutabakata Edenê wê tu wateya wê tunebûya lê di hevdîtinê de ji ber balkişandine ser mutabakata Edenê, çend wateyên vê rojevê derdikevin holê. Hediyeyê bi lê kir ku di rojên pêş de di alî pratîkan de dikare çend pêkanîn pêk bên yanî Tirkiye di mijara parastina sînor û yekitiya axa Sûriyeyê de dikare xesas tev bigere.
 
‘Tirkiye neçar bû bi Şamê re hevdîtinê bike’
 
Hediyeyê bi lêv kir ku polîtîka Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de ne zelal e û wiha pê de çû: “ Tirkiyeyê di pêvajoya Cenevreyê de di gelek nokteyan de deklere kir ku yekitiya axa Sûriyeyê nas dike. Lê li Efrîn û gelek nokteyên din yên Sûriyeyê çalakî pêk anî. Tirkiye çima piştgiriyê dide Artêşa Netewî? Gelo li Sûriyeyê guhertina rejîmê hedef dike? Qada manevraya Tirkiyeyê li Sûriyeyê êdî teng bûye. Tirkiye neçarbû bi Şamê re hevdîtinê bike. Di peymana li Soçî hat kirin de ev pêvajo dest pê kir.” 
 
Hediyeyê xala ‘li dijî hemû terorîzm û tezahurê têkoşîndayînê’ jî nirxand û got ev berfirehiya vê xalê di asta pêkhatinê de derketiye holê û got di gelek xalên mutabakata Soçî de nezelalî hene.
 
Hediyeyê bal kişand ser xalên mutabakatê yên din û wiha got: “Ez dikarim bêjim ku SDG û YPG xwe tev kom nake û 30 kîlometre venakşe. Ji ber ku ev mirovên wê herêmê ne. Lê dikarin unîformayên xwe derxin û çekên xwe dînîn. Di vê peymanê de jî tiştekî ku dişibe peymana navbera DYA û Tirkiyeyê, heye. Ji ber vê dikarin unîrforma derxistin û berdewam bikin an jî unîforma biguherin. Dema Mazlum Kobanî bi wezîrê parastinê yê Rûsyayê re hevdîtin kir, li pişt ala Rûs hebû. Di vî alî de dikare di rojên pêş de hevdîtinên cuda pêk bên.”
 
‘Di destê Tirkiyeyê 5 mîlyon penaber man’
 
Hediyeyê bal kişand ser xala ‘wê vegera penaber bi awayekî ewle bê hêsankirin’ jî û bi lêv kir ku ev xal jî rewşek gelek komplîke ye û got li Tirkiyeyê di bin  şer de avakirina herêma biewle gelek zehmet e. Hediyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji destpêka şerê Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê, heta niha di polîtîka şopandiye tu qezenca wan çênebûye.Di encama wê de di destê wan de artêşek netewî ya hezaran endamê wê hene ma. 5 mîlyon penaber man. Tirkiyeyek ku tenê maye heye. Dema ev li ber çavan bê girtin ne pêkan e em bêjin destkeftî hatine bidestxistin.”