Li Şehbayê ji bo zarokan çente hatin belavkirin
- 11:25 28 Cotmeh 2019
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Komiteya piştgiriya Pîskolojî ya Heyva Sor a Kurd û nexweşxweneya Efrînê, bi munasebeta vebûna dibistanan çenta ji bo xwendekaran belav kirin.
Bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-D), komîteya piştgiriya Pîskolojî ya Heyva Sor a Kurdî û nexweşxaneya Efrînê bi munasebeta vebûna dibistanan, çenta ji bo xwendekarên refa yekem hate belavkirin. Têkîldarê ve mijarên xwendekar û mamosteyan nêrînên xwe parve kirin.
Mamoste Biha Elo di derbarê belavkirina çenteyan de axivî û wiha got: "Îro em hemû bi hev re rabûne û ji bo kêfxweşiya xwendekaran me çenta ji bo wan belav kir. Ji bo şahîkirina dilê xwendekaran û şikandina astengiyên ku li hember wan dibin bend, em ê alîkarî bidin wan."
'Zarok pêşeroja civakê ne'
Endama Komîteya Piştgiriya Pîskolojî Diyana Murad kêfxweşiya xwendekaran wiha parve kir: "Me îro çenta ji bo xwendekarên Şehbayê belav kir. Zarok bi vê yekê gelek kêfxweş bûn. Em nahêlin şer bandora xwe li ser zarokên me bike. Zarok pêşeroja me ne, ji bo wê mirov ji zaroktiyê de çawa wan mezin bike heta mezin jî dibin li ser wî exlaqî dimeşin. Çi ji destê me bê em ê ji bo zarokan pêk bînin."
Xwendekara bi navê Qemer Ebd El- Hemîd Elî kêfxweşiya xwe wiha parve kir: "Îro mamosteyên me li me çanta belav kirin. Em bi vê yekê pir kêfxweş bûn. Em ji mamoste û xwendinê hez dikin. Em ê heta dawiyê xwendina xwe dewam bikin."
'Em pir bi siûd in ji ber em bi zimanê Kurdî dixwînin'
Ednan Xelîl Cawîş jî hestên xwe yê ji bo belavkirina çenteyan re anî ziman û wiha pê de çû: “Em bi belavkirina çenteyan gelek kêfxweş bûn. Em îro pir bi şans in ji ber em bi zimanê Kurdî dixwînin. Em ji mamosteyên xwe spas dikin ji ber ku bi me re dibin alîkar û pêdîviyên me pêk tînin."







