Navê Kayla Mueller dan operasyona mirina Bagdadî
- 11:32 28 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ABD'ê navê Kayla Mueller da operasyona lîderê DAÎŞ'ê Ebubekir El Bagdadî yê ku bû sedema kuştin, îstismarkirin û revandina zarokan.
Di 2013'an de peywirdara alîkariya mirovahiyê ya Amerikayê Kayla Mueller li Helebê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibû revandin û bi zorê bi lîderê DAÎŞ'ê Ebubekir El Bagdadî re hatibû zewicandin û di 2015'an de jî di encama bombebarana Urdunê ya li ser Reqayê jiyana xwe ji dest dabû. ABD'ê navê Kayla Mueller da operasyona lîderê DAÎŞ'ê Ebubekir El Bagdadî yê ku bû sedema kuştin, îstismarkirin û revandina zarokan.







