Êrîşên li ser Serêkaniyê didomin

  • 12:12 28 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Artêşa tirk û hevkarên wê ji şev heta niha êrîşên xwe yên li ser gundewarên Serêkaniyê didomînin. 
 
Artêşa tirk û hevkarên wê tevger û êrîşên xwe ji şev heta niha bi çekên giran, obîs, tank û bi balafirên keşfê gundên Midbaxa, Mezraxa, Mala Hemdoş, Mubarekiye, Mirekis, Sikkeriye û Mubarekiye ya girêdayî navçeya Zirgan a Serêkaniyê kirine hedef û êrîş dikin. 
 
Li gundê Mubarekiye şervanên QSD'ê 24 êrîşkar kuştine û 2 seyare hatin teqandin. Her wiha li gundên din ê ku şer lê heye gelek kuştî û birîndarê êrişkaran heye. Hejmar ne zelal e. 
 
Di heman demê de, komên girêdayî dewleta tirk vê sibê êrişî gundên Salihe û Til Qertel kirin. Şervanên QSD'ê bersiva êrişan dan û şerekî giran li herêmê rû dide.