'Pêwîst e Kurd yekîtiya xwe ava bikin'
- 12:59 28 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Îro bi sedan ji şêniyên Til Temirê bi hemû neteweyên xwe bi meşeke girseyî piştgiriya xwe bi hêzên QSD'ê re nîşan dan.
Îro li sereranserî Herêma Cizîrê bi armanca piştgiriya bi hêzên QSD'ê re, meş tên lidarxistin. Îro bi sedan ji şêniyên Til Temirê bi Kurd, Ereb û Suryan li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û meşeke girseyî li dar xistin.
Çalakvanan alên QSD û pankartên li ser nivisiye"QSD vîna me ye","Hevpeymanên ku îradeya gel esas nagirin em qebûl nakin" bilind kiribûn û bi dirûşmên "Em hemû QSD ne", "Berxwedan jiyan e", "Bimire îxanet" û "Em jî şervan û parastvanên welatê xwe ne"hatin berzkirin.
Meşa ji Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê dest pê kir li Kolana Filestîn bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Rêveberiyê Meclîsa Navçeyê Mihemed Seyîd Şêxmûs, Endama Yekîtiya Mamosteyan Eyhan Yûnis û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îsmaîl Ferhan axivî.
'Dixwazin Împratoriya 400 salî zindî bikin'
Mihemed Seyîd got ku îradeya gel û şervanên azadiyê hevpeymanên ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin, têk dibin û wiha dom kir: "Împratoriya Osmaniyan 400 salî herêmên me dagir kiribû û niha jî dixwaze heman tiştî dûbare bike, lê gelê me bi Kurd, Ereb û Suryanê xwe li hember van êrîşan bêdeng namînin û berxwedaneke dîrokî dikin. Pêwîst e Partiyên Kurd êdî bibin yek, ji ber ku dagirker kurdan parçe dike û sînoran di navbera wan de dide çêkirin. Pêwîst e di zûtirîn dem de kurd yekîtiya xwe avabikin û rê li ber parçekirina xaka Sûriyê û Iraqê bigirin."
'Baweriya me ne bi Rûsiya û ne jî Emerîka tê, hêz û îradeya me heye'
Endama Yekîtiya Mamosteyan Eyhan Yûnis axivî û wiha got: "Ev çi wîjdan e ku dibînin zarokên Bakurê Sûriyê bi fosfora dewleta tirk dişewitin û bêdeng dimînin, ev kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin mixabin ew berjewendiyên xwe diparêzin. Bimre Îxaneta Emerîka, baweriya me ne bi Rûsiya û ne jî bi Emerîkayê jî tê. Em xwedî hêz û îrade ne, berxwedana me dê bi ser bikeve."
'Pêwîst e Kurd yekîtiya xwe ava bikin'
Ferhan Yûnis jî bang li partiyên kurd kir ku li hember lidarxistina kongreya neteweyî gavan biavêjin û wiha bi dawî kir: "Pêwîst e ku partiyên Kurd êdî yekîtiya xwe ava bikin. Îro dem dema yekîtiyê ye. Bibin yek da ku em nerin yek bi yek."
Meş bi dirûşma "Bimre dagirkerî û îxanet" û "Bijî berxwedana gelan" bi dawî bû.







