Li Girtîeha Sîcanê nexweş nayên dermankrin
- 13:03 28 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Xizmên Girtiyan ku ji bo hevdtîinê çûn Girtîgeha Jinan a Sîncanê, diyar kirin ku nexeşên êşa diran dikişînin nabin nexweşxaneyê û tenê wekî çareserî dermanê êşîbirê didin.
Xizmên girtiyan ku ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqereyê, binpêkirinên mafan ku li girtîgehê li girtiyan tên kirin gotin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku girtiyên diranên wan diêşin nabin doktor û girtî hewl didin bi êşbirê pirsgirêkê çareser bikin.
Herwiha xizmên girtiyan anîn ziman ku girtyan gotine di demên dawîn de kargo û nameyên wan nadin wan û pirtûka nivîskar Rafet Balli ya bi navê " Dosyaya Kurd" bi hinceta qedexeye nagirin girtîgehê.







