Şêniyên Hesekê daketin qadan

  • 14:47 28 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi hezaran şêniyên Bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan û piştgiriya xwe bi hêzên QSD’ê re nîşan dan.
 
Bi dirûşma "Na ji dagirkeriya dewleta tirk" bi hezaran  şêniyên Bajarê Hesekê ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan meşek girseyî li dar xistin û piştgirî dan şervanên QSD’ê. Gel alên QSD’ê û wêneyên jin û zarokên ku di şerê Serêkaniyê bi çekên qedexekirî ya fosfora spî hatin qetilkirin û bi pankartên bi nivîsa "QSD hêvî û vîna me ye" hildan. Meş ji çarxereya Sînalok dest pê kir û li çarxerêya agirkujê veguherî mitîngê.
 
'Berxwedan serkeftinê mîsoger dike'
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, bi navê Şervanên QSD’ê Sozê Qamişlo diyar kir ku dîrok berxwedana gel û şervanên QSD’ê dinîvisîne û wiha pê de çû: "Di 9’cotmehê de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra êrîşî seranserî Sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encama vê êrîşê de gel û şervanên QSD’ê berxwedanek bê hempa dan meşandin û heta roja îro jî berxwedan dewam dike. Ji bo jiyanek azad û bi rûmet şervanên QSD’ê bi piştgiriya gelan berxwedan. Madem berxwedan heye serkeftin mîsoger e."
 
'Gel xeta berxwedanê hilbijartine'
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Efrîn got: "Gel ji dîrokê ve xeta berxwedanê hilbijartiye. Berxwedana Şervanên QSD’ê û piştgiriya gel di cîhanê de deng veda. Berxwedana Şervanan û gelê Serêkaniyê zext li Emêrika û Tirkiyeyê kir da ku agirbest îlan kirin. Berxwedan jiyan e .”
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana QSD’ê" bi dawî bû .