Rêxistina Tevna Hevpar daxwaza rakirina dorpêça ser Mexmûrê kir

  • 15:04 28 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Rêxistina Tevna Hevpar serdana Ofîsa Parlementoya Herêma Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê kir û daxwaz kir ku dorpêça li ser Mexmûrê tavilê were rakirin.
 
Dorpeça ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ku li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatiye danîn ji 100 roj zêdetir e dom dike. Her wiha penaberên Mexmûrê di aliyê jiyanî, tendûrîstî,  aborî û xizmetguzarî de zehmetiyan dijîn.
 
Têkildarî vê rewşê şandeyek ji Tevna Rêxistina Hevpar serdana Wargeha Mexmûrê  kir. Pîştî şopandina rewşa kampê şandeyê  îro serdana Ofîsa Parlementoya Herêma Kurdistanê  a li bajarê Silêmaniyê kir û piştî serdana xwe daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî ji aliyê Kewser Mihemed Emîn Qadir ve  hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Em wek rêxistina jinan û komalgeyî medenî ya ku ji kesayetên nas pêk tên, di 12’ê Cotmehê de şandeyeke  me bi armanca ku ji nêz ve rewşa penaberan bişopîne  serdana Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir. Hêjmara penaberên kampê zêdeyî 12 hezar e. 12 hezar penaberên ji Bakurê Kurdistanê nêzî 25 sal in li vê wargehê dijîn.
 
Niha rewşa wargehê ya jiyanî gelek zehmet e. Hatin û çûyîna ji bo bajarê Hewlerê tê astengkirin û pêwîstiya tenduristî û jiyanî nayê pêşwazîkirin. Di aliyê jiyana rojane de gelek zehmetî hene.  Xebatên xizmetguzariyê nîne. Nêzî 2 hezar kes di wargehê de bê kar in. 100 Xwendakarên Zankoyê  hene, divê ji bo xwendinê rojane biçin bajarê Hewlerê lê ji ber rê girtiye nikarin biçin. Niha rewşa wargehê di aliyê aborî, jiyanî û tenduristî de gelek xirab e. Pêdiviyên tenduristî gelek kêm e. Di vê mijarê de em daxwaz dikin ku Parlementoya Herêma Kurdistanê erka ku dikeve ser pêk bîne.”
 
Bîryardera Lijneya Mafê Mirovan a Parlementoya Herêma Kurdistanê Bedriya Îsmaîl jî têkildarî  serdana şandeya Rêxistina Tevna Hevpar axîvî û da zanîn ku ew ê daxwaza wan bighînîn cihên pêywendîdar û bigihînîn Serokê Parlementoyê.”