Gelê Tirbespiyê herîkîn qadan

  • 16:17 28 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Kongreya Star meşek ji bo piştgiriya hêzên QSD'ê hat lidarxistin. 
 
Dewleta tirk ji 9'Cotmehê ve bê navber êrîşê herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Gel rojane li dijî van êrîşan li qadan e. Îro li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hatin lidarxistin. Bi pêşengtiya Kongreya Star bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê ya girêdayî Kantona Qamişloyê daketin qadan û bi dirûşma "Peymanên ku îradeya gelan esas negirin em qebûl nakin" meşek girseyî ji bo piştgiriya hêzên QSD'ê hat lidarxistin.
 
Meş ji ber navenda Kongreya Star dest pê kir û heta ber bi çerxerêya Ş.Nejbîr ve dewam kir. Di meşê de alên QSD'ê û pankartên bi nivîsa "Peymanên ku îradeya gelan esas negirin em qebûl nakin", "QSD îrdeya me ye" û "Ji ax û azadiya xwe gava paş ve neavejin"  hatibû hildan.
 
Meş li çerxerya Ş.Nejbîr veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Kongreya Star Xaliya Ehmed, li ser Navê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hikmet El Hebîb û li ser navê Partiya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Silêman Bedir axivîn û gotin: "Em êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Çiqas hevkirin çêbe jî ne girîng e, ya girîng gel were esasgirtin. Em ji bilî QSD'ê tu hêzên din napejirînin. QSD vîna gelan e."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana QSD'ê" bi dawî bû.