Ciwanên Mexmurê dîlgirtin Çîçek Kobanê şermezar kirin
- 16:55 28 Cotmeh 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan dîlgirtin şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê ji aliyên hêzên girêdayî dewleta tirk ve bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin û dan diyarkirin ku diivê Cîhan li hemberî van êrîşan bê deng nemîne.
Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan (TJCM)’ê de bi daxuyaniya çapemeniyê dîlgirtina şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê ji aliyê hêzên girêdayî dewleta tirk ve hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku divê Cîhan li hember van êrîşan bê deng nemînîne.
Daxuyanî li Saziya Ciwanan piştî deqeyek Rêzgirtina ji bo pakrewanê azadiyê ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan Şîmal Unver ve hat xwendin.
‘Dagirker bi hemû hêz û teknîkê bi ser gelê me de tên’
Daxuyanî bi van gotinan hat destpêkirin: “Em weke ciwan û gelê wargeha mexmur ku di pêvajoyek bi vî awayî ku dagirkerî bi hemû hêz û teknÎka xweve bi ser gelê me de tê de ne tenê li Rojava li tevahiya Kurdistanê bi kiryarên hovane girtin, kuştin û îşkene li Gelê kurd tê kirin. Bi desthilatdariya xwe ya qirêj û binpêkiriên mafên mirovan yên di gerdûnê de tevgerkirin ne pêkanînek mirovî ye. Bi taybet rewşa ku îro li rojava ru dide bikaranîna çekên giran û kimyevî li ser gelê sivîl tar û mar kirina mal bûye sedema koçeberbûna gelên herêmê.”
‘Îro herkes ji bo berjewandiyên xwe kurdan dike qurban’
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kêşandin ser dîlgirtina şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê û wiha hat gotin: “Di cîhanê de mijareke sereke ye destgirtin û bi lezgÎnî destwerdaneke heye. Her wiha ew êrîşa ku îro herkes ji bo berjewandiyên xwe kurdan dikkin qurbanî li ser ked û destkeftiyên wan dixazin bijîn û sîstema xwesriya demoqratîk ya heyî ku pêşengtiya wê jin dikin dixaze tune bikin. Ji bo wê jî bi dîlgirtina hevala me Çîçek Kobsnî re nêzakatî û kiryarên ku li ser tên kirin pêwiste tevahî jinên cîhan li her qadê bi ruhê berxwedanê û bi duruşma ‘Ji bo azadiya jinê dengê xwe bilind bike’ û li Çîçek Kobanê xwedî derkevin.”
'Em êrîşên li ser rêheval Çîçek Kobanê şermezar dikin'
Daxuanî bi van gotinan bi dawî bû: “ Ji bo azadiya wê em bang li hemû komeleyên mafên mirovan û tevahî welatên cîhanê dikin û li dijî pêkanînên li ser hevala me bêdeng nemînin. Pêkanînên li dijî Çîçek Kobanê li dijî tevahî jinan e. Divê hemû jin lidijî van pêkanînan dakevin qadan û deng bidin dengê Çîçek Kobanê, deng bidin dengê jinên tekoşer dest bidin şervanên berxwedêr. Ji bo têkbirina dagirkerî û tunekirinê her cih war û kolan divê bibin cihê berxwedanê”
Daxuyanî bi duruşmên "Bijî azadiya Jinê", "Ji dîlgitinê re na"û "Jin jiyane jiyanê Nekujin" bi dawî bû.







