Şandeyek ya Silêmaniyê alîkarî ji bo xwendevanên wargehê anîn

  • 17:10 28 Cotmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Şandeyek ji Rêkxistina komela Kurdistanî Sewz ku navenda wê li  Sîlêmanî ji bo  xwendevanên wargeha Şehîd Rustem Cudî(Mexmur) sernivis(defter)pênus,jêbir anîn û gotin:" Wê alikariya me berdewam be û hewildanên me hene ku em pêwîstiyên din yên weke çante ji bo xwendevanan bînin."
 
Li gor pêdiviyan wê alîkariya me bidome
 
Endama komeleyê ku di nav şandeya ji  Silêmaniyê hat cih digire  Emîne Ehmed Mihemed wiha got:” Li gor pêdiviyên xwendevnên wargehê wê alîkariyên me bi domin. Dorpêça li ser wargeha Şehîd Rustem Cudî me pir di êşîne. Ji Pêwîstiyên rojane yê ku di jiyana mirovan de pêwîst dike, gereke di serî de mirov pêdviyên xwendevanan bîne cih. Me jî weke şande karî hinek pêwîstîyên xwendevanan bigihînin wargehê,wek sernivîs,pênus,jêbir û her wekdin. Hewildanên me hene ku em pêwîstiyên din yên weke çante ji bo xwendevanan bînin. Emê rêkxistinên din jî agahdar bikin ku ji bo wargeha Mexmurê  alîkarî bînin, bi taybet ji bo xwendevanan. Ji ber dorpêçê û ambargoyê pir pêwîstiyên wan hene, komela Kurdistanî Sewz ya li navçeya Mexmur jî alîkarî dan  me heya ku me kariye em alîkariya xwe bînin û bigihînin xewndevanan. Ez gelek pê serbilindim ku min kariye ez bêm vir û alîkarî bi xwendevanan re bikim.”
 
'Ev aşîkarî watedar e'
 
Di dawiya belavkirina alîkariyê de Mamoste Silêman wiha ji ajansa me re axivî: “Şandeya xêrxaziya Komelgeya Sewz ji ber dorpêç û ambargoya li ser Wargehê xwestin alîkariyê bidin xwendevanan. Weke rêveberiya mamosteyên perwerde ya Mexmur em jî spasiya wan dikin. Di demekî wiha de alîkarî ji bo xwendevanên me dan û ji bo me jî pir bi watedare.