ROJEVA 29'YÊ COTMEHA 2019'AN
- 09:00 29 Cotmeh 2019
- Rojev
*Li kêleka şerên giran ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, jiyan bi awayekî zehmet be jî didome. Piştî ku jina siyasetmedar Hevrîn Xelef di encama kemîna çeteyên OSO de hate qetilkirin û şûnde li Bakurê Suriyeyê bi dehan Hevrînên biçûk çavên xwe li jiyanê vekirin. Jina bi navê Sozdar Mihemed Şêxo ku navê keça xwe ya nû hatî dinê kiriye Hevrîn wiha dibêje: "Jinên kurd ên tekoşêr wê her bijîn. Em ê her navê wan bide jiyîn û bi wan serbilind bin." DÎMEN HEYE
*Siyasetmedar Bêrîvan Hesen di derbarê kiryar û lîstikên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser bedana jinên Kurd de wiha got: "Dewleta tirk dixwaze bi êrîşkirina li ser bedenên jinan, tola têkçûyîna çeteyên xwe hilîne. Ew jin pêşengên me ne û bedenên wan temsîla me hemûyan dikin." DÎMEN HEYE
*Endama Rêvberiya Kongreya Civaka Îslama Demokraît Gulnaz Osman diyar kir ku komên girêdayî dewleta tirk li dijî ola mislimantiye ne û got: "Qetilkirin û komkujî sûcekî mirovî ye." DÎMEN HEYE
* Êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin. Li dijî van êrîşan bêdengiya hêzên navneteweyî jî didome. Jinên Wanê li dijî êrîşên tên kirin nerazîbûnên xwe anîn ziman û bang li hemû jin û dayika kirin ku ji bo sekinandina êrîşên Tirkiyeyê biçin ser sînor ku êrîşan rawestînin. BI DÎMEN
*Bi hatina payîzê re li Edene û derdora wê çêkirina salçeya îsotê dest pê kir. Jinên ku berhemên fabrîkayê naxwazin, salçeyê bixwe çêdikin.
BI DÎMEN
*Lêkolîngera Mafên Penaberan a Rêxistina Efûyê Anna Shea diyar kir ku îdiaya ku tê xwestin ku penaberên Sûriyeyê li ‘herêma bi ewle’ ya ku Tirkiye ava dike, bên bicihkirin, bi xof e û wiha got: “Şandinên heta niha ji ewlehî û dildarbûnê wêdetir, dişibin her tiştî.”
BI DÎMEN
*Endama damezerîner ya Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê Sevînç Ozîpek diyar kir ku komele di 15 salên xwe de jî xebatên xwe dimeşîne û wiha got: “Di van pêvajoyan de êrîşên li hember jinan zêde ne. Li dijî êrîşan sekna me armanca hebûna me ye. Em wek komele li dijî her cureyê êrîşê bêdeng namînin û têdikoşin.”BI DÎMEN
*Di operasyonên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Nisêbîna Mêrdînê jî ji ber bajarekî sînor e, nisîbê xwe ji vê girt. Li Nisêbînê di 11’ê cotmehê de di encama ketina topa hewanê de Hasan Muhammed yê Sûriyeyî jî jiyana xwe ji dest dabû. Hevjîna Hasan Muhammed, Nudem Hecî diyar kir ku şerê ku jê reviyan piştî salan şûnde dîsa ew dîtine.







