Jinên Wanê: Ji bo sekinandina êrîşên li ser Rojava werin em biçin ser sînor

  • 09:07 29 Cotmeh 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin. Li dijî van êrîşan bêdengiya hêzên navneteweyî jî didome. Jinên Wanê li dijî êrîşên tên kirin nerazîbûnên xwe anîn ziman û bang li hemû jin û dayika kirin ku ji bo sekinandina êrîşên Tirkiyeyê biçin ser sînor ku êrîşan rawestînin. 
 
Di  9'ê Cotmehê  de Arteşa Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir. Di encama êrîşan de bi sedan ciwan,zarok û jin hatin qetilkirin. Li dijî êrîşan ji her qadên civakî bertek û nêrazîbûn berdewam dikin. Jinên Wanê nêrazîbûn nîşanî helwesta Tirkiyeyê dan û bang li hemû jinan kirin ku  ji bo astengkirina êrîşan biçin ser sînor. 
 
‘Dewlet li Rojava têk diçe'
 
Ji jinan Mehtê Bor diyar kir ku ew ji gelê Rojava bawer in û got ku dê li Rojava yêkitiya gelan qezenc bike û wiha axivî;” Bi bombebarandinê zarokan, ciwanan û jinan bi awayekê hovane qetil dikin. Li tu deran ji bo xweparastinê bombebaran û êrîşên bi vî rengî ku Tirkiye pêk tîne nehatine kirin.  Em vê hovitiya dewleta tirk qebûl nakin û xwedê jî qebûl nake. Erdogan dile dayikan dişewitîne xwedê jî kezeba wî bişewitîne. Li ser kurdên Rojava çekên qedexe ku divê neyên bikaranîn bi kar tîne.  Em dayîk heta dawiyê li cem têkoşîna gelên Rojava ne. Dibe ku em li vir bîn, lê em bi wan re heman êşê dikşînîn. Gelê Kurd çi kiriye, ev dijminahî li ku derê heye? Gelê Kurd mafê xwe, nasnameya xwe  û azadiya xwe dixwaze. Edeleta Erdogan zilm û zordestî ye. Em hêvî dikîn ku xwedê zilma wî bi ser serê wî de hilweşîne. Heta ku dilopek xwîna me hebe, em bi zarokên xwe re ne. Dewlet li Rojava têk diçe û ji ber wê ji hewa ve bomberan dike. Li dijî vê zilmê em bêdengiya raya giştî ya cîhanê şermezar dikîn û qebûl nakîn.” 
 
'Em dixwazin azad bijîn ev mafê me ye'
 
Zelîfa Bor jî bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û got ku li dijî şer bêdengî erêkirina şere û wiha dom kir;Em naxwazîn ku kesek bê kuştine. Ne leşker, ne gerîlla û ne ji polîs bila nemirin. Bi kuştinê û xwînrijandinê çareserî pêk nayê. Xwedê ji wî zilimkarî re nehêle. Heta kengî zilm? Ew nikare me xelas bike. Bese bila vê xwînê bidin sekinandin. Em dixwazîn azad bijîn. Xaka wî li ku ye, Rojava li ku derê ye? Ew çi ji Rojava dixwaze?Erdogan ji vir heta mala xwedê neheq e. Çi ji gelê Rojava dixwaze hemû zarok kuştin şewitandin. Ev dinyaya têra me hemûyan heye xwedê ji bo wî tenê nedaye. Em van êrîşan şermezar dikîn û lenet dikîn.” 
 
'Ax namûs û rûmet e divê bê parstin'
 
Sebîha Hezer anî ziman ku divê gel li dijî êrîşan bêdeng nemîne û da zanîn ku êrîşên li dijî Rojava bi tu awayî nayên qebûlkirin û wiha pê de çû;” Em dixwazîn ku ev şere bisekîne. Pêwîste ku ji kuştina zarokan re tu kes nebe temaşevan. Evqas zarokên me, gelê me tê qetilkirin em qebûl nakîn. Ax namus û rûmeta mirov e. Parastina xakê mafê herî meşru ye. Bêgûman gel dê li dijî gefan li ber xwe bide. Ji ber ku xaka xwe diparêze. Êşan tirk nakişînin, hemû êşan Gelê Kurd dikşîne. Em dibêjîn aşitî, ew dibêjin şer. Erdogan ewqas wêrek e, çima ji hewa ve êrîş dike, bila ji bejahiê ve biçe ka ew ê karibe şer bike. Hewceye ku Gelê Kurd bêdeng nemîne û dengê xwe li dijî vê zilmê derbixe.” 
 
‘Rabin  ser piyan û  bibêjin êdî bes e’
 
Besê Erkol jî destnîşanî êrîş û hovitiya dewleta tirk kir. Besê diyar kir ku divê gelê kurd serî hilde û got:” Em aşititê dixwazîn. Bila Erdogan bes mirovan qetil bike. Em tişta ne qenc naxwazîn. Ji zilma Erdogan re êdî bese. Zarokên li ber şîr nê di hembêza dayikan de tên kuştin. Bila kurd hemû bibin yek û ji vê zilmê re bibêjin êdî bese. Divê gelê kurd bibe tifaq bibêje êdî bese. Rabin  ser piyan û  bibêjin êdî bese.”
 
'Werin em bi hev re li dijî êrîşan biçin ser sînor'
 
Behîce Abî jî bang li hemû jinan kir ku biherikin ser sînor û  pêşiya êrîşên arteşa tirk bigirin û wiha got:” Em êrîşên li ser rojavayê Kurdîstanê qebûl nakîn. Çi karê Erdogan li Rojava nine. Li Rojava tirkmen,ereb, çerkez û kurd bi hev re dijîn. Lê bi êrîşan dixwaze wê jiyana hevpar perçe bikin. Ev êrîş li dikî tifaqa gelan e. Armanc qetilkirina kurdan û  standina Rojava ye. Em her tim aşitiyê dixwazîn. Ger ku Erdogan girî, kuştin û zilmê bixwaze wê demê bila zarokên xwe bişîne şer. Erdogan ji hewa bi firok û balafirên bê mirov êrîşî ser Rojava dike. Çima ji bejahî ve naçe?Em heta dawiyê piştgiriyê didîn têkoşîna gelê Rojava û em her tim bi wan re ne. Erdogan bila destên xwe ji Rojava bikişe. Çima dewlet li dijî zilma Erdogan bêdengin? Ev çil sale Gelê Kurd aşitiyê dixwaze. Erdogan şer dixwaze, xwînê dixwaze. Li ser xwîna zarokan ji xwe re qesr çikiriye. Banga min li hemû dayikan, jinane ku werin em bi hev re destên xwe bidîn hev biçin sînor  û van êrîşan bidîn sekinandin.” 
 
‘Hûn çima li dijî zilma  Erdogan ranabin?’
 
Saadet Oklî jî da zanîn ku Tirkiye bi çeteyên DAÎŞ’ê re êrîşî Rojava dike û wiha axivî;” Em vî şerê li ser Rojava qebûl nakîn û nayê qebûlkirin. Bila her kurdek bizanibe ku armanca êrîşan tunekirina gelê kurde.  Îro aniye rihên çeteyên DAÎŞ’ê jê kirîne û li ser navên komên cuda li Rojava şer dike. Kurdan ji  ser xaka wan radikin DAÎŞ’ê li wan deran bi cih dikin. Ev ne karê misilmaniyê ye, ne karê edeletê ye. Ji ber ku li Rojava kurd hene, êrîş dike. Beşar Esad kimyasal bi kar anî hemû dewletan li dijî vê yekê dengê xwe bilind kir û qebûl nekir. Lê îro Erdogan bi heman rêyê de dimeşe dewletên navneteweyî dengê xwe dernaxin. Li ser cenazeyên jinan û ciwanan hovitiyê dikin em vê qebûl nakîn. Hûn çima li dijî zilma  Erdogan ranabin?”
 
‘Li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikîn’
 
Herî dawî Fezîle Îlter jî bang li hemû gelan kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemînin û got:” Ji şer re êdî bese. Xwedê avkê li vî agirî bike. Divê em bibin yek û li dijî vî şerî dengê xwe zêdetir bilind bikîn.”