‘Daxwaza şandina penaberan bi xof e’

  • 09:12 29 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Lêkolîngera Mafên Penaberan a Rêxistina Efûyê Anna Shea diyar kir ku îdiaya ku tê xwestin ku penaberên Sûriyeyê li ‘herêma bi ewle’ ya ku Tirkiye ava dike, bên bicihkirin, bi xof e û wiha got: “Şandinên heta niha ji ewlehî û dildarbûnê wêdetir, dişibin her tiştî.”
 
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û serok dewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn bi rojeva operasyona leşkerî ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di 22’ê cotmehê de li Soçî hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê mutabakatek ji 10 salî pêk tê hat weşandin.Di mutabakatê de xala ‘Bi armanca ku penaber bi awayekî ewle û dildar vegerin, wê xebata hevpar bê meşandin’ jî cih digire. Tirkiye jî di esasa vê xalê de dixwaze penaberan li ‘herêma bi ewle’ ya dixwaze ava bike, bicih bike. Ev jî penaberan dike fikaran.
 
Jina bi navê Diya Siye ku piştî êrîşên li Efrînê hatiye Tirkiyeyê diyar kir ku du zarokên wê hene û got ji ber şer neçar mane bên Tirkiyeyê û ev tişt bi lêv kir: “Bila bajarê me ji nû ve bê çêkirin. Em dixwazin wisa vegerin. Ji warê me ji axa mirovan şîrîntir tiştek tune. Li vir tu nirxa me tune. Ji me hez nakin. Em dixwazin vegerin bajarê xwe. Bila xwedê kesî ji malê wan milkê wan nekin.”
 
‘Ev bi xof e’
 
Lêkolîngera Mafê Penaberan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI) Anna Shea diyar kir ku hewl tê dayîn ku penaberan li ‘herêma ewle’ ya ku tê xwestin bê avakirin, bên bicihkirin û got: “Di mutabakata navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatiye îmzekirin de, hatiye lihevkirin ku penaberan li ‘herêma bi ewle’ ku hîna li holê tune bicih bikin. Ev bi rastî jî tiştekî bi xof e. Şandinên heta niha hatine kirin jî ji ewle û dildarbûnê wêdetir dişibin her tiştî.”
 
‘Bi mîlyonan Sûriyeyê di bin rîskê de ne’
 
Shea destnîşan kir ku bi mîlyonan Sûriyeyî di bin rîskê de ne û wiha dawî lê anî: “Di ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê de 8 sal derbas bû. Li Tirkiyeyê 3 mîlyon û nîv penaberên Sûriyeyê hene. Penaberên li Stenbolê dibêjin berpirsê şer DAIŞ e. Penaberên ji aştiya li ser welatê xwe bê hêvî ne, diyar dikin ku Tirkiye ji bo wan cihekî xweş e.”