Aktivîstên jin ên Hewlêrê: Divê rêzfîlmên tirkî bên boykotkirin

  • 10:46 29 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Aktivîstên jin ên Hewlêrê banga boykotkirina rêzefilmên tirkî kirin. Her wiha diyar kirin rêzefilmên Tirkî bi çanda Kurdan re hev nagire û divê giringî ji bo rêzefilmên Kurdî were dayîn.
 
Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe daxwaza boykotkirina malên tirkî zêde dibe. Ji bilî malên tirkî daxwaza boykotkirina rêzefilmên tirkî jî tê kirin. Aktivîstên jin yên Hewlêrê li ser mijara boykotkirina û rêzefilmên Tirkî ji Rojnews re axivîn.
 
'Tiştê ziyanê bide, divê were boykotkirin'
 
Helîme Reşîd wiha got:": Rêzefilmên biyanî yên ku niha di beşek qenalên televziyonê yên Kurdî tên nîşandan, mixabin zêdetirî xwe Tirkî ne. Ev rêzefilm bandorek neyînî li ser civak û malbatê dike. Bi taybet jî li ser civaka me ku xwedî çandek girîng e. Rêzefilmên Tirkî zêdetirî xwe li ser tund û tujî û êrîşkirina ser azadiya kesan e. Ji bo vê çi tiştê ziyanê bide, divê were boykotkirin.
 
'Ya girîng ew e girîngî ji bo rêzefilmên Kurdî were dayîn'
 
Tanya Ekrem jî wiha got:" Mixabin rêzefilmên tirkî yên ku niha tên weşandin, li gel çanda civaka me hev nagire û ne guncav e. Bandorek neyînî û xirap dike, ji bo vê divê qenalên van rêzefilman diweşînin, carek din siyaseta xwe berçavan re derbas bikin. Divê bi taybet Wezareta Rewşenbîrê di vî warî de erka xwe bîne cih. Lê mixabin heta niha bandorek wan çênebûye. Ya girîng ew e girîngî ji bo rêzefilmên Kurdî were dayîn.