‘Li ber çavên min mal û ajalên min şewitandin’
- 11:03 29 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Ji ber topbarana dewleta tirk û komên girêdayî wê ya li ser Hesekê mala jina bi navê Zehra Îsmail hilweşiye. Zehrayê bi çavên tijî rondik û bi dilekî xemgîn û bi hêviya vegera mala xwe li ser rêkê rûniştiye û li gundê xwe dinêre ku çawa ji aliyê dewleta tirk ve tê topbarankirin. Zehra derbarê êrîşan de wiha got:"Hey xweda ma em ê ji ber êrîşên dewleta tirk, Cebhet El-Nusra û DAÎŞ bi ku ve biçin? Tenê divê em li hevdu xwedî derkevin û li dijî dijmin bisekine."
Dewleta tirk agirbesta ku hatibû îlankirin binpê dike û êrîşî gundê Erîşa, Salihiyê û gelek gundên din ên Hesekê dikin. Di encama topbaranê de jiyana gelek sivîlan di xeteriyê de ye û hin ji wan jî ber bi deverên ewle ve ketine rê. Jina Ereb a bi navê Zehra Îsmaîl ku bi çavên girî û bîdonê avê di destê wê de ye, ji mala xwe derket û ber bi gundên di bin ewlehiya hêzên QSD’ê de ye ketiye rê wiha got:"Em li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li berxwe didin."
'Binêrin çawa gund û malê me dişewitînin'
Zehrayê diyar kir ku ji ber dewleta tirk û komên girêdayî wê gundên wan topbaran dikin ew û lawê xwe bi rev derketin û wiha domand:"Dewleta tirk û çeteyên wê malên me û gund tevahî şewitandin. Binêrin çawa gund û malê me dişewitînin, mîna ku agir bi dilê min dixin. Lawirên me jî di malê de man û em nizanin çi li wan kirin, dibe ku ew jî tevî malê şewitandibin."
'Min ev şaşalê avê li ser rê dît û pê devê xwe şil kir'
Zehrayê bang li cîhanê kir ku zextê li dewleta tirk bikin ji bo êdî vî şerî bisekinînin û wiha pê de çû:"Bila şer êdî raweste, em gelekî westiyan û niha zivistan tê, ma ka em ê çawa bikin? Tiştekî me nîne ku em li ser rakevin û xwe pê germ bikin. Em zarokên xwe bi ku de birevînin û wan biparêzin? Em ê niha li kolanan bê xwarin û vexwarin bimînin, dema ku ez derketim min ev şaşalê avê li ser rê dît û pê devê xwe şil kir. Niha wê kî agirê di hundirê me de vemrîne û êşa me hîs bike? "
'Xwedê dewleta tirk û Cebhet El-Nusrayê hilweşîne'
Zehrayê diyar kir ku zarokek kurê wê çêbûye û ji roja rojbûna wî de heya vê kêliyê kêliyekê bi aramî li mala xwe rûneniştiye û wiha dirêjî da gotina xwe:"Ma çi gunehê vî zarokî ye ku bibe şahidê van rojên bi êş, me tiştekî guneh di jiyana xwe de nekiriye. Çima ewqas tişt bi serê me de tên? Xwedê pergala dewleta tirk û Cebhet El-Nusrayê hilweşîne, mîna ku çawa agir berdan dilê me, di vê zivistanê de em koçber kirin, zarokên me tî û berçî û li çolan hiştin. Bila xwedê xirabtir bîne serê wan û zaroyê wan."
'Ez bê tiştek ji mala xwe derketim'
Zehrayê bi lêv kir ku şervanên QSD'ê du şaşalên avê û hinek xwarin dane wê û wiha dom kir:"Ez bê tiştek ji mala xwe derketim û min her tişt li peyî xwe hişt. Şervanên QSD'ê du şaşalên avê, hinek nan û penîr dane min. Niha min xistiye kîsekî da ku pê tîbûn û birçîbûna xwe û zarokê xwe bisekinînim."







