'Dibe ku Bagdadî hatibe kuştin lê divê em li dijî vê zîhniyet têbikoşin'
- 12:02 29 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Parlamentera HDP'ê yê Feleknas Uca ku derbarê serokê DAÎŞ'ê Ebu Bekir Elbagdadî yê ku bû sedema bi hezaran kuştin û îstîsmara zarok û jinan de axîvî û wiha got: "Kuştina Bagdadî dibe ku bibe dermanê aliyekî birîna Şengalê. Lê zîhniyeta DAÎŞ'ê û Bagdadî berdewam e. Ji bo ku em rê li ber vê zîhniyeta qirker bigirin dêvê em têkoşîneke mezin li dijî DAÎŞ'ê bidin.
Berpirsiyarê revandin û îstîsama û kuştina bi hezaran jin û zarokan serokê DAÎŞ2ê Ebu Bekir Elbagdadî, di encama operasyona DYA û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku roja yekşemê hevpar pêk anîn de hatibû kuştin. DYA'yê diyar kir ku wan operasyon diyarî jina parêstvana mafên mirovan a Amerîkayî ya bi navê Kayla Muller a ku di sala 2013'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve ji Helebê hat revandin û bi darê zorê bi Bagdadî re hat zewicdandin û piştre di encama operasyona ji aliyê Urdinê ve li Reqayê pêk hat de jiyana xwe ji dest da kirine.
Damzrînera Platforma Jinên bi Darêzorê Hatine Girtin parêzer Cemîle Turhalli û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca kuştina Bagdadî nirxandin.
'Divê berpirsiyar bên cezakirin'
Cemîle Turhalli dyar kir ku armanca Platforma Jinên bi Darêzorê Hatine Girtin ew e ku tetîkêş, fînansor û rêveberên DAÎŞ'ê deşîfrekirin û darizandina wan a li Dadgehên Navenereweyî ye û wiha berdewam kir: "Edaleta rasteyeqîn hevrûbûna bi sûcdaran re, teşîrkirina wan a li rûdinê û bi cezakirina wan pêk an e."
'Divê Bagdadî nehat kuştin, bihata darizandin û hesap bida'
Cemîle anî ziman ku bi kuştina serokên rêxistinên ku li tevahiya cîhanê sûc dikin re ser sûcên ku kirine tê nixûmandin û lêkolîn nayê kriin. Cemîle di dirêjiya axafitna xwe de wiha got: "Piştî mirina Serok komarê Iraqê Saddam Huseyîn , ne Komkujiya Helepçeyê û ne jî derbarê Enfalê de tu lêpirsîn nehat kirin berpirsiyar nehatin darizandin. Ji ber wê divê Bagdadî nehat kuştin û li ber çavên hemû kesên ku hatin mexdûrkirin bihata darizandin û hesap bida. Ji ber vê divê kuştina wî wekî serkeftina hêzên hegomonîk neyê pênasekirin û divê wekî bincilkirina sûcê gûmanbaran bê pênasekirin."
'Eqûbeta 3 hezar jinên êzidî ne diyar e'
Feleknas Uca jî Qirkirina Ezidiyan a 3'yê Tebaxê li Şengalê bi bîr xist û wiha got: "7 hezar jinên êzidî û zarok dîl hatin girtin û li bazarn wekî kole hatin firotin. 450 êzidî hatin koçberkirin û 150 hezar êzidî jî li Çiyayê Şngalê man. 4 hezar jinên ku hatin revandin hatin rizgarkirin lê hîna 3 hezar jin eqûbeta wan ne diyar e." Feleknas li ser pirsa me ya çima DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir jî wiha got: "Dema bahsa êzidiyan tê kirin Kurdistan, Zimanê Kurdî û ernîgariya Mezopotamyayê tê hişê mirov. Ji ber wê xwestin civaka êzidî ji holê rakirin û bi vî rengî çanda kurdan jî ji holê rakirin."
'Bagdadî çima bi 5 kîlometre dûrî sînor bû?'
Feleknas diyar kir ku çeteyê DAÎŞ'ê di demên dawîn de li ser erdnîgariya Sûriyeyê belav bûn û ev tişt got: "Dibe ku kuştina Bagdadî aliyekî birîna Şengalê kewandibe. Lê zîhniyeta Bagdadî û DAÎŞ'ê berdewam dike. Êrîşê her derê dikin divê li dijî DAÎŞ2ê têkoşîneke mezin bê dayîn û Em wê demê dikarin bibin layiqê şehîdnên Şengalê. Bi hezaran kes hat xwestin bên tunekirin, lê îro têkoşîneke bê hempa heye .Em niha li pêkanên li Serêkaniyê temaşe dikin û dîsa gundên êzidiyan di hedefê de ne. Diçin ku di serî de kurdên êzidî hedef digirin. Ew jî tê wateya ku zext berdewam in. Gelo çima bagdadî Başûr dagir kir? Divbêjin herêma ewle gelo ev herêm ji bo bagdadî bû. Çima bagdadî 5 kîlometre nêzî sînor bû."







