Leyla Guven: Gel bi salan e serî netewand
- 12:05 29 Cotmeh 2019
- Rojane
RIHA - Hevseroka KCD'ê Leyla Geven, bertek nîşanî girtina siyasetmedarên Kurd a bi hinceta "Delegeyê KCD'ê ye" da û wiha got: "KCD bi qasî neyî kriminalizekirin kongreyek pir mezin e. Em dibêjin destê xwe ji Rihayê vekişînin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û heyeta pêre li Rihayê nûnerên Rêxistina Civaka Sivîl û Demokratîk ziyaret kirin. Leyla, diyar kir ku piştî êrîşên Tirkiyeyê di 9'ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, bi hinceta "Delegeyê KCD'ê ye" 30 kes hatin girtin û wiha got: "Êv pêkanîn dişibe darbeya 12'ê Îlonê. Li Rihayê li dijî me bi hiqûqek cuda nêzîk dibin. Wekî komarek cuda be nêzîk dibin. Dema em li teşeyê binçavkirinê û sûcdariya tê kirin dinêrin, her tiştî li ber çavan radixe. Beriya têkevin Rojava ji ber ku Riha bajarê sînor e ewil mirovên bertek nîşanî operasyonê bidin binçav kirin. Ev operasyonek li dijî hiqûqê ye. Em vê yekê di operasyonên li dijî KCD'ê yên berê de dibînin. Dixwazin KCD'ê terorîze bikin. KCD di sala 2007'an de 800 û piştî wê 500 delegeyê wê heye. Kongreyek mezin e. Hemû xebatên wê aşkere û ji raya giştî re vekirî tên kirin. Kesên hatine binçavkirin û girtin, hemwelatî û şêniyên vî bajarî ne. Tev li tu sûcan nebûne. Lê bi girtina wan dixwazin wekî sûc kiribin nîşan bidin û sûcan ava dikin. Dixwazin KCD'ê cuda nîşan bidin. KCD, bi panel, gotubêj, semîner û civînên xwe tê nazîn. Zanyar, akademisyen, rewşenbir û nivîskarên navdar tev li civîn û panelê wê bûne. Hin parlamenterên AKP'ê yên niha jî tev li xebatên KCD'ê bûne. "
Leyla, da zanîn ku îhlalên li bajar konsepta taybet a AKP û MHP'ê ye û wiha got: "Niha li Rihayê bi hezaran girtî hene. Hevalên me 12 rojan di bin çavan de man. Rastî îşkenceyê hatin. Piştre li dijî hiqûqê şandin girtîgehê. Di nava wan de kesên temenê wan mezin û nexweş jî hene. Hanim Yavuzel kurê xwe li Cizîrê di jêrzemînan de winda kir. Li ser dawetiya me beşdarî lijneya giştî ya KCD'ê bû. Ji ber tev li civîna KCD'ê bû hat girtin. Mirov tenê ji ber vê yekê çawa tê girtin. Em niha bi dijhiqûqiyeke mezin re rû bi rû ne. Em diyar dikin ku ev pêkanînên li dijî hiqûq û demokrasiyê Tirkiye pêşve nabin. Gel bi salan e serî netewand. Ji niha û şûnde jî serî natewînin. Em carek din bang dikin ku destê xwe ji Rihayê vekişînin."







