Meclîsa Jinê: Bi berxwedanê em ê êrîşan pûç bikin
- 12:57 29 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê şermezar kir û got: “Bi pêşengiya Meclisa Jinên Sûriyeyê em ê jin hemû cure êrîşan bi berxwedanê vala derxin.”
Artêşa tirk û komên girêdayî wê di 9’cotmehê de êrîşî seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li gel ku di 23’ Cotmehê de agirbest ji aliyê Tirkiya û Emêrka yê ve hate raghandin jî lê artêşa tirk agirbestê binpê dike û êrîş heya roja îro jî dewam dike. Meclisa Jinên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir. Daxuyanî li çarxerêya Şehîd Serhed a Taxa Miftî ji aliyê Endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Heyfa Ehmed ve hate xwendin .
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di 9'ê cotmehê de artêşa tirk a dagirker li gel çeteyên xwe yên DAIŞ û el-Nusra êrîşî seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di van êrîşan de jin û zarok hatin hedefgirtin. Êrîş di bin navê herêma bi ewle tên kirin, lê armanca wan a sereke tunekirina Kurdan e.
Ev ne cara yekemîn e dewleta tirk a faşîst û dewletên ku piştgirî didin wê êrîşî xaka Rojavayê Kurdistanê dikin. Destpêkê bi navê DAIŞ êrîş kirin, niha jî bi rûyê xwe yê eşkere êrîş dike û jinan hedef digire. Em ê bi ked û têkoşîna jinan hemû cure êrîşan vala derxin.
Şervanên QSD’ê bi kuştina serokê çeteyên DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî tola bi hezaran jinan rakir. Ji tevahiya cîhanê re nîşandan ku Îdliba ku dibin kontrola dewleta Tirkiyê ye serokê çeteyan xwe li wir bi cih kiribû. Ev yek jî nîşaneya girêdana çeteyên DAIŞ û Tirkiyê dide diyarkirin.
Jin di şoreşa Rojava de pêşeng e û di parastina deskeftiyê xwe de berxwedanek bêhempa dide meşandin û dê bi vê vîna xwe rê li hember van êrîşan bigire.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyana azadî” bi dawî bû.







