Sêyemîn karwana alîkariyê ji bo Rojava hat şandin
- 13:01 29 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sêyemîn karwana alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê li Helebce hatî komkirin, wê ji bo Rojavayê Kurdistanê were şandin.
Kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Kampanyaya alîkariyê ya li Helebce ev nêzî hefteyeke dewam dikir îro bi dawî bû. Alîkariya hatî komkirin wê ji bo Silêmaniyê were şandin û ji wir jî ji bo Rojavayê Kurdistanê were şandin.
Endamê kampanyaya alîkariyê Soran Hesen ji Rojnews re axivî û got; “Di çarçoveya kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê de, Helebce jî weke erkek netewî dest bi komkirina alîkariyê kir. Heta niha li Helebce sê caran kampanyaya alîkariyê hatiye ragihandin. Di karwanê yekem de 6 barhilgir alîkarî hat komkirin. Cara dûyem jî 26 barhilgir hatin komkirin. Vê carê jî dû barhilgir alîkarî hat komkirin. Îro em ê van alîkariyane bişînin Silêmaniyê wê ji wir jî ji bo Rojavayê Kurdistanê were şandin."







