'Divê ev dagirkerî bi dawî bibe'
- 14:19 29 Cotmeh 2019
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî meşa li hember Rûsan bûn wiha gotin: "Efrîn bi destê Rûsan hat dagirkirin. Divê ev dagirkerî bi dawî bibe.”
Bi dirûşma "Em jinên Efrînê daxwaza me vegerindina Efrîneke bi ewle û rizgarkirî ye" jinên ji Efrîn, Şehbayê, partiyê siyasî, Meclîsa Malbetên Şehîdan û Kongreya Star li hember Nokteya Rûsan meşek li gundê Wehişiyê a girêdayî kantona Şehbayê li dar xistin. Jinên Efrînê yên tevlî meşa li hember Rûsan bûne gotin: "Efrîn bi destê Rûs hat dagirkirin. Em heta dawiyê li dijî vê dagirkeriyê sekinîn."
'Yên ku alîkarî dan Tirkiyê ku Efrîn dagir kir Rûs bûn’
Endama Meclîsa kantona Efrînê Sûreye Mistefa diyar kir ku yên piştgirî û destekê didin dagirkeran Rûs e û wiha pêde çû: "Daxwaza me ji Rûsan heye ku dev ji siyaseta xwe ya qirêj berdin. Em ê her piştgiriyê bidin hêzên xwe QSD’ê, heya Efrîn û Serêkaniyê venegere em ranawestin. Yên alîkarî dan Tirkiyê ku Efrîn dagir kir Rûs bûn. Divê Rûs Efrînê ji dagirkeriya tirk xilas bikin. Bes e ewqas komkujî di derheqê jinan de tê kirin."
'Divê Rûsya Efrînê ji dagirkeran paqij bike'
Hevjîna berxwedêr Cemal, Zelox Maemo got ku daxwaza wan vegera Efrîneke bi ewle ye û wiha dewam kir: "Meşa me ya îro daxwaza vegerandineke Efrînêke bi ewle û rizgarkirî, bêyî ku hêzên dewleta tirk tê de hebin. Erdê me ye mafê jiyankirinê di wir de ya me ye. Rûsya piştgiriya tirkan kir û rê li pêşiya dagirkirina Efrînê vekirin. Divê Rûsya Efrînê vegerîne û ji dagirkeran paqij bike."
'Heya dagirkeriya tirk di Efrînê de be, em venagerin'
Endama Kongreya Star Guneyî Hesûn têkildarî dagirkirina Efrînê wiha got: "Efrîn bi destê Rûsan û bi piştgiriya wan hat dagirkirin, di encama vê piştgiriyê de gel ji komkujiyan re derbas bûn û koçî kantona Şehbayê kirin. Wek jinên Efrînê daxwaza me derxistina dagirkeriya tirk ji Efrîn û tevahî Sûriyê ye. Heya dagirkeriya Tirk di Efrînê de be, em venagerin. Vegerandina me wê piştî derxistina tirkan be, ev yek jî divê bi destê Rûsan be.”







