Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
- 14:27 29 Cotmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, Nevroz Uysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Hat ragihandin ku ji ber îro betlaneya fermî bû, parêzeran duh ji bo sibe serlêdan kirine.
Ji 7'ê Tebaxê ve hemû serlêdanên ku hatine kirin, ne bi erênî ne jî neyênî nehatine bersivandin.
Parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û Rezan Sarica piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pek anîbûn. Ji wê rojê û vir ve destûr nayê dayîn ku parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.







