Li Qamişloyê şêniyên Serêkaniyê konê çalakiyê vedan
- 14:28 29 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên Serêkaniyê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçî bajarê Qamişloyê bûne, li pêşiya navenda netewên yekbûyî konê çalakiya nerazîbûnê li dar xistin.
Dewleta tirk êrîşî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Êrîşên tund bû sedama ku bi hezaran kes ji warê xwe koç bibin. Bi armanca şermezarkirina van êrîşan şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ku koçî bajarê Qamişloyê bûne nerazîbûna xwe ji dewleta tirk re nîşan dan û konê çalakiyê li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî vedan. Di nava çalakiyê de 70 kes ji şêniyên Serêkaniyê tevlî kon bûne. Ev çalakî wê bê dem berdewam bike û her roj wê herêmek bê serdana çalekvanan.
Konê çalakiyê bi pankertên weke "Berxwedana rûmetê dihêlê ku em bedena xwe ji bo hevalên xwe bikin pir û li ser pirê berê xwe bidin serkeftinê"," Hemû komployên ku tên kirin wê bi saya berxwedan û hişmendiya têkoşîna me, wê bin bikevin." hat xemilandin.Di roja yekem ya çalakiyê de, şêniyên navçeya Amûdê Kantona Qamişloyê hatin serdana çalekvanan.
'Em ê bi ser bikevin'
Li ser navê Kongreya Star ya bajarê Serêkaniyê Sebah Cûma axaftin kir û wiha got: "Em hemû şervanên xwe yên ku di çeperên şer de li ber xwe didin silav dikin. Heya ku hêza me ya leşkerî hebe bila tu kes nebêjê em bin ketine. Ev ne cara yekem ku Serêkaniyê rastî hovîtiya dijiman tê, lê tu kesî nikarîbû îradeya vî gelî bin bixe. Me hovîtiya di Serêkaniyê de şikand û em bi ser ketin. Banga me ji raya giştî re ku hovîtiya tirkiyê rawestîne. Hovîtiya êrîşên tirkiyê em koçber kirin, zarokên me qetil kirin û wan bi çekên kimyasal şewitandin. Êdî em nema rengê mirovan ji hev nas dikin. Bes e êdî ji Erdogan re, ji bo azadiyê ya mirin ya jiyan."
'Erdogan çeteyên hemû dunyayê li ser welatê me kom kir'
Li ser navê Kongreya Star ya navçeya Amûdê Xaliya Qasim axaftin kir û wiha got: "Em komploya ku li ser Gelê Kurd pêk tê em şermezar dikin. Dewletên navnetewî yên ku destê wan di nava vê pilanê de heye, şirîkê hovîtiya tirkiyê ne. Îro roj dagirkeriya tirkiyê derbasî axa me bûye, da ku çeteyên xwe li ser axa me bi cih bike û axa me dagir bike û gelê me di qetilaman de derbas bike. Erdogan çeteyên hemû dunyayê li ser welatê me kom kiri. Em wekî gelê herêmê heya dawiyê xaka xwe biparêzin û nehêlin ku armancên dagirkeran pêk werin."
Piştî axaftinan mêvanên ku serdana çalakvanan kirin, derbasî konê çalakiyê bûn û piştgirtiya xwe ji wan re mayinde kirin.
Konê çalakiyê didome







