Çîçek Kobanê li Emniyeta Rihayê tê girtin

  • 14:35 29 Cotmeh 2019
  • Rojane
RIHA - Hat hînbûn ku Çîçek Kobanê ya dîl ketibû destê hêzên paramîleter ên piştgirî ji Tirkiyeyê digirin û di dîmenên ku hatibûn weşandin de gefa serjêkirinê lê dihat xwarin, li Miduriyeta Polisan a Rihayê tê girtin. 
 
Endama YPJ'ê Darzê Salîh Temo (Çîçek Kobanê) ya ji Reqayê, di çarçoveya êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li gundekî Kobanê dîl ketibû destê hêzên paramîlîter (Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ) yên piştgirî ji Tirkiye digirin. Endamên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê dîmenên dîlketina Çîçekê weşandibûn û di dîmenan de gefa serjêkirinê lê xwaribûn. Derket holê ku Artêşa Neteweyî Çîçekê radestî Tirkiyeyê kirine û li Miduriyeta Polisan a Rihayê tê girtin. Hat hînbûn ku malbata Çîçekê ji Reqayê ye û 7 sal in li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî. Tê gotin ku Çîçekê bi awayekî birîndar anîne Rihayê û piştî ku hatiye emeliyatkirin 7 rojan di nexweşxaneyê de hatiye girtin, bêyî ku birînên wê baş bibin, birine Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Rihayê. Li gel ku Çîçekê nikare xwe li ser piyên xwe bigire û pêwîstiyên xwe bi tena serê xwe bi bersivîne jî 4 roj in li Miduriyeta Polisan a Rihayê di bin çavan de tê girtin. 
 
Her wiha hat hînbûn ku Endama YPJ'ê Makbûle Sunger jî 3 roj in li Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê tê girtin. Tê gumankirin ku hejmara sûriyeyiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin çavan de gelek bin. 
 
Tê payîn ku piştî karê wan ê li Miduriyeta Polisan a Rihayê, Çîçekê û Makbule bi hinceta "endamtiya rêxistinê" sewqî Edliyeya Rihayê bên kirin.