Qeyûmê Bismilê 7 kes ji kar derxist
- 14:38 29 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Qeyûmê tayînî Şaredariya Bismilê bû bê hincet 7 kes ji kar derxist.
Piştî Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ji kar hat derxistin şûnde qeyûm tayinî Şaredariya Bismilê hat kirin. Qeyûm karkerên Şaredariya Bismilê yên bi navê Ozgur Ulku, Zehra Ozdemir, Cuma Ak, Cafer Şeker, Yusuf Tunç, Ahmet Dayan ve Mehmet Mergin ji kar avêt.







