'Tola jinên Êzidî hat hildan'

  • 15:15 29 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Tevna Alîkariya Jinên Êzidî derbarê kuştina serçeteyê DAÎŞ'ê El Bagdadî daxuyaniyek nîvîskî da. 
 
Tevna Alîkariya Jinên Êzidî derbarê kuştina serçeteyê DAÎŞ'ê El Bagdadî daxuyaniyek nîvîskî da.  Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tola hemû Jinên Êzidî û bi taybet ên ku dîl hatine girtin bi kuştina El Bagdadî hat hildan."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Kurdên Êzidî gelek carî bi komkujiyan rû bi rû mane. Fermana herî dawî ku bi destên çeteyên DAÎŞ’ê pêk hat, qetliyama herî hovane bû. Ev komkujî di nav cîhanê de giştî deng veda. Bi sedhezaran Şengalî  neçar man ku cîh û warên xwe terk bikin. Herî zêde jina Êzîdî hat hedefgirtin. Bi deh hezaran jin û zarok ketin destê DAİŞ’ê. Wek kole û ganimet hatin desteserkirin û firotin. Êşa ku jina Êzidî derbas kiriye li tu deverê cîhanê nehatiye jiyîn.
 
Ji bo vê jî, wek Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî me ji xwe re wek erk da ser milê xwe ku em van jin û zarokan vegerînin cih û warên wan. Bi alîkariya QSD û Mala Êzîdiyan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) me dest bi xebatên xwe yên mirovî kir. Em bi salan hewl didin ku, wan Jinên ku hatin rizgarkirin, li Kampên DAÎŞ'ê bibînin û vegerînin Şengalê. Di vê mijarê de QSD ji bo me gelekî bû alîkar. Ev bi salan e ku bi hevkariya QSD'ê me dikarî bi hezaran jin û zarokên Êzidî vegerînin ser axa xwe.
 
Kuştina Serokçeteyê DAÎŞ’ê Ebû Bekir El Bagdadî ji milê QSD’ê ve ji bo me wek mizgîniyek mezin bû. Tola hemû Jinên Êzîdî û bi taybet ên ku dîl hatine girtin bi vî awayî hate hildan.  Em dubare spasiya xwe ji QSD’ê re radigihînin û bi xurtkirina xebatên xwe em ê bibin bersiva hemû jinên Êzidî."