Zanîngeha Kobanê beşdarî kampanyaya boykotkirina malê tirk bû
- 15:30 29 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ- Xwendekarên zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê beşdarî kampanyaya boykotkirina kel û pelên dewleta tirk bûn. Di daxuyaniyê de bangawaziya gel, Rêveberiya Xweser, sazî, rêxstin û bazirganên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku kirîna kel û pelên dewleta tirk were rawestandin.
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi daxuyanî û belavkirina belavokên bi durûşma “Kel û pelên dewleta tirkan nekirin, kirîna her tiştekî dibe fîşek û li welatê me vedigere" meş li dar xistin û belavok li dikandaran belav kirin.
Bi armanca hişyarkirina gel, bazirgan û dikandaran, xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê, li ber deriyê zanîngehê daxuyaniya beşdarbûna kampanyaya boykutkirina kel û pelên dewleta tirk dan û belevok li sûka bajar li bazirganan belav kirin.
Dirûşmên di belavokan de wiha ne: “Em xwarina dagirkerê tirk naxwin”, “Fîşekan ji dagirkerê tirk re neşînin”, “Her bazirganiyek bi dagirkerê tirk re, dibe fîşek ji bo kuştina Kurdan”, “Kirîna her kel û peleke Tirkan, kuştina zarokekî Kurd e!”, “Bi pereyên xwe, xwe nekujin!” û “Bombeyên fosfor bi pereyên te têne kirîn”. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê xwendekara Zanîgeha Kobanê Yasmîn Mehmûd Mislim ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Hebûna gelê me ji aliyê dewleta tirk a faşist û çeteyên wê El Nusra, DAÎŞ’ê, bi piştgiriya Amerika, Rusiya ve rastî êrîşêke metirsîdar hatiye. Li Rojava, faşîzma tirk hemû hêzên xwe yên leşkerî, aborî û sîyasî li hember gelê me bi kar tîne. Bi tank, top û bombeyên fosforî û kîmyewî êrîşî gelê sivîl dike. Bi navê ol û bi (allahu ekber) faşîzma tirk û çeteyên wê serê zarok û mirovên me jê dikin û rastî kuştinê tên. Ev êrîşana derî li ber komkujiyê vedike û tunekirina gelê me armanc dike. Li hember van êrîşên bêbext em weke gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bêdeng neman. Bi her awayî em piştgiriya şervanên xwe dikin, bi hemû hêzên xwe têdikoşin da ku xaka Rojava û rûmeta gelê xwe biparêzin.
Hin rayedar, oldar, karmend, werzîşvan, akademîsyen, bazirganên nijadperest û faşîst ên tirk weke civakekê faşîst destek dan vê êrîşa hovane û silava leşkerî şandin ji bo vê operasoyona dewleta tirk re. Barê madî yê vî şerî ji piştgiriya dewletên paşverû û piştevanên terorê weke Qatar, turîzmê û ji bazirganiyê digire.
Gelê me yê welatparêz li Başûr-Rojhilatê Kurdistanê û dostên me yên li cîhanê ji bo zuhakirina çavkaniyên vî şerî xebatek pîroz, bi boykotkirina berhem û çûyîna Tirkiyeyê dane dest pê kirin û encamên baş bi dest xistin. Li ser vê bingehê em gelê xwe yê li Başûr-Rojhilatê Kurdistanê û dostên xwe, yên azadîxwaz sipas dikin.
Em jî weke Zanîngeha Kobanê tevlî vê kampanyaya boykotkirinê dibin û bang li gelê xwe dikin ku bi giştî kirîna tiştên tirkan boykot bikin û bidin sekinandin. Her lîreyek diçe hesabê Tikiyeyê weke bonbeyeke fosforî li ser zarokên me vedigere!
Divê di her kêliyeke kirînê de em kuştina zarokên xwe bînin bîra xwe. Hemû tiştên Tirkiyeyê ku derbasî Suriyeyê dibin pereyê gumrikên wan diçin berîkên DAIŞ’ê û çeteyên ku gelê me qir dikin. Di demekê de berxwedaneke mezin li hember dijmin heye nabe ku kirîn û firotinên me têkevin xizmeta dijmin.
Li ser vê bingehê em di serî de bang li gelê xwe yê welatparêz ku bi hemû awayan dijmin boykot bikin û em bandora dijmin ji nav jiyan, aborî û çanda xwe bavêjin. Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku li pêşiya hatina tiştên Tirkiyê ji bo Rojavayê Kurdistan-Bakur û Rojhilatê Suriyê bigirin û di vê derbarê de tedibîrên pêwîst li gumrikan werin girtin.
Her wisa em bang li hemû sazî û rêxistinên xwe dikin ku tevlî bangawaziya me ya boykotkirina kel û pelên dewleta tirk bibin. Em bang li bazirganên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dikin ku hemû bazirganiyên xwe bi tirkan re rawestînin. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê xebatê em ê roleke berbiçav di vê berxwedanê de bilîzin.
Piştî xwendina daxuyaniyê xwendekaran berê xwe dan sûk û dikanên bajêr belavokên li dijî kel û pelên dewleta tirk belav kirin.







