Kongreya Star xwarin li koçberên Serêkaniyê belav kir

  • 15:52 29 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Kongreya Star ku îro dest bi amadekariya xwarinê ji bo koçberên Serêkaniyê kiribûn bi dawî kirin û li wan belav kirin.
 
Ji ber topbarana dewleta tirk li ser Serêkaniyê bi hezaran kesê navçeyê koç bûn û li navçeya Til Temir û Hesekê li dibistanan bicih bûn. Rêveberiya Xweser û Rêxistinên Jinan li gorî derfetên xwe pêwîstiyên koçberan bicih tînin. 
 
Bi armanca piştgiriya koçberê Serêkaniyê îro 4 endamên Kongreya Star li navçeya Til Temirê dest bi amadekirina xwarinê kir.
 
Derbarê vê mijarê de Endama Rêveberiya Kongreya Star Xedîcê Asim ku çêkirina xwarinê dişopîne û alîkariyê dide wan, axivî.
 
'Dewleta tirk bi hezaran kes ji ser xaka wan koçber kirin'
 
Xedîcê pêla koçberiyê ya şêniyên Serêkaniyê bi bîr xist û wiha got:"Êriş, topbaran û bombebarana li ser gelê Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê de, bû sedema ku bi hezaran gelê ku ji jin û zarokan pêk tê koç bibin. Zarok di vê zivistanê de bê xwarin û vexwarin dimînin, wê jî gunehê wan rake gelo?. "
 
'Em xwarinê ji koçberên Serêkaniyê re amade dikin'
 
Xedîcê bal kişand ser alîkariyê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bi koçberan re û wiha got:"Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe yê kêm jî, alîkariyê li koçberan belav dike û dixwaze kêmekî êşa wan sivik bike. Em jî wekî Rêxistina Kongreya Star me ji îro de dest bi amadekirina xwarinê kir da ku li dibistanên ku koçber lê bicih dibin, belav bikin."
 
'Rojê em ê li dibistanekê belav bikin'
 
Xedîcê diyar kir ku her rojekê xwarinê li dibistanekê belav bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku hejmara koçberan zêde bûye, em neçar in her rojekê xwarinê ji dibistanekê re çêkin û li wan belav bikin. Bi vî rengî em ê bikaribin xwe bigihînin hemû koçberan."
 
Piştî ku xwarin hate amadekirin îro li dibistana Seyîf El-Dewlê ku zêdetirî 60 malbatê lê bicih dibin, hate belavkirin.