Jinên Serêkaniyê: Divê hesabên van êrîşan bê dayin
- 16:46 29 Cotmeh 2019
- Rojane
Roj Hozan-Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Jinên Serêkaniyê yên ku beşdarî konê çalakiya nerazîbûna êrîşên li ser Rojava bûne, bertek nîşan dan û gotin: "Heger mafê mirovan di cîhanê de baş bihata parastin dê rê ji êrîşên Erdogan re nehata vekirin ku axa me dagir bike. Divê Erdogan hesabê vê êrîşê bide."
Şêniyên bajarê Serêkaniyê, ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê koçberî Qamişloyê bûne. Jinên Serêkaniyê tevlî konê çalakiya nerazîbûnê ya ku li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî li Qamişloyê hatiye vedan bûne û li hember êrîşên dewleta tirk di nava konê çalakiyê de helwestên xwe nîşan didin û dibêjin:" Heta niha têkoşîn berdewam e. Wê serkeftin jî mîsoger be."
'Êrîşên dewleta tirk nexşeya gelan hedef girt'
Jina bi navê Selwa Ehmed li ser êrîşên bajarê xwe yên ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin wiha dibêjê: "Di nava komployekê de hemû dewletên dunyayê li ser gelê me bûn yek. Bi wehşetek mezin êrîşî vîn û warê me kirin û her cureyên qetilkirinê bi serê me de anîn. Di hundirê Serêkaniyê de hemû netew rastî hovîtiya tirkiyeyê hatin. Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen para xwe ji şer girtin. Ev êrîş nexşeya gelan hedef girt. Erdogan di Serêkaniyê de mirovan dişewitîne, rêzê ji tu nirxan re nagire. Eger mafê mirovan di dunyayê de heba, rê ji Erdogan re nedihat vekirin. Malên me talan kirin û di nava kolanên bajarên me de çeteyên ne xwediyê axê digerin û lê bi cih bûne. Eger em ji bajarê xwe derketin jî, em ê çalakiyên din li dar bixin. Em ê her tim di nava çalakiyan de bin. Heta ku dewletên navneteweyî dengê heqiyê bibihîzin. Divê Erdogan hesabê vê êrîşê bide."
'Heta têkoşîn berdewam be wê serkeftin jî mîsoger be'
Jina Ereb a bi navê Ênan Qês jî wiha got: "Dewleta tirk a dagirker dixwaze welatê me ji me bistîne. Zarokên me tu sûcê wan tune ye ku koçber bibin. Êdî bes e ji qirkirina Erdogan re. Çeteyên ku destekê didin dagirkeriyê, wê sibe Erdogan wan jî bifroşe. Tu kes nikare me qir bike. Em hene û em ê hebin. Heta têkoşîn berdewam be, wê serkeftin jî mîsoger be."







