Di destên wan de tenê wêneyê bavê wan ma
- 18:01 29 Cotmeh 2019
- Rojane
Dilûcan Bozî
KOBANÊ - Bi sedan kesî li Kobanê şehîdên berxwedana rumetê bi merasîmeke girseyî li Goristana şehîd Dicle oxir kirin.
Bi sedan kesên ji Kobanê û derdora wê 4 şehîdên berxwedana rumetê ku yek ji wan şervana YPJ’ê Jindar Pekrewan bû oxir kirin û 19 nasnameyên şehîdên din ku 4’ê wan niştecihên gundê Metînê bûn û kesên ku li mala xwe, di gundê xwe de bi balefirên dewleta tirk hatine qetilkirin hatin xwendin Kesên ku hatin qetilkirin zarokên wan ên sêwî man bi wêneyên di destê xwe yê biçûk de tevli merasimê bûn.
‘Em ê nexşeya siyasî biguherînin’
Di merasîma hat lidarxistin de li ser navê Partiya Yekitiya Deomqratîk (PYD) Eyşa Efendî, li ser nave Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê Şahîn Mihemed û li ser navê Meclisa Sivîl a Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivîn. Di axaftinên hatin kirin de wiha hat gotin:"Em îro şehîdên kurd û Kurdistanê bi bîr tînin, her roj em bedelên giran didin. Li ser vê axê mirina mirovan ê dî bûye ji rêzê, yên ku vê yekê jî dikin bê guman dewletên desthiladarin. Me li Kobanê serketin bi dest xist, em ê vê carê jî li Kobanê bikin ku cîhan ji bo gelê herêmê rabe ser piyan. Armanca gelek dewletan ew e ku derbasî ser xaka Rojava bibin û ji xwe re bazirganiyê bikin. Lê em ê destûrê nedin vê.”
‘Bedenên wan nayên nasîn’
Dewleta tirk di 9’ê Cotmehê de bi balefir, çekên giran êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê kir. Di roja destpêkê ya êrîşan de gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Gundê Metînê jî yek ji van gundane ku bûye hedefa êrîşên dewleta tirk. Di roja yekê ya êrîşan de dema balefirên dewleta tirk li gundê Metînê xistin di encama bombebaranê de çar kes ji vî gundî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku kesek ji wan nedihate nasîn, het nasnameya wî jî diyar bû û şûn de nasnameyên 4 şehîdên hatin parvekirin. Kesê ku nedihate nasîn bavê çar zarokane û zaroka wan ya herî biçûk 2 mehî ye.
‘Dewleta tirk zarokên min sêwî hiştin’
Hevjîna Îsmet Şêx Ehmed wiha behsa sêwîmayîna zarokên xwe dike : "Destpêkê em sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Em di kesayeta 19 şehîdên berxwedana rumetê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Dewleta tirk zarokên me bê bav hîştin, gel ji malên wan koçber kirin û nahêle em bi awayek ewle di malên xwe de rûnên. Îro em hem ji ser axa xwe koçber bûne û hem jî weke her kesî em nikarin li ber deriyê xwe konê sersaxiya miriyên xwe vedin û weke edetên civaka xwe şîna miriyên xwe bikin. Hevjînê min mirovek wisan bû ku dilê kesî jê nedima. Her êrîşeke ku bihatibûya ser welatê me hevjînê min jî mil dida milê hevalên xwe û xaka xwe diparast. Ji bo axa me ji dagirkeran re nemîne, em ê axa xwe biparêzin. Ez û zarokên xwe em ê li ser şopa hevjînê min bin û ez ê hertim ji zarokên xwe re behsa bedewiya dilê bavê wan bikim.”
Konê şînê ku hat vekirin bi nobeta hemî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk re tê rêvebirin.







