Ji Rûsyayê Daxuyanî: Vekişîna YPG'ê bi dawî bû
- 18:27 29 Cotmeh 2019
- Rojane
NANVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, diyar kir ku vekişîna YPG'ê qediya ye.
Li ser hevdîtina Serok komerê Tiriyeyê Tayyîp Eerdogan û Serokdewletê Rusyayê Viladîmîr Putîn bi hevpeymana Soçî re ji bo YPG'ê dem hatibû dayîn ku ji ser sînor vekişe. Berî ku ev dema hat dayîn biqede ji Moskovê daxuyanî hat dayîn.
Wezîrê Parstinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ku di serdana xwe ya li Ermenistanê de axvî, diyar kir ku YPG ji sînor vekişiyayê û got ku vekişîn ji dema ku hatiye dayîn zûtir pêk hatiye.







