105 têkoşerên azadiyê hatin bîranîn

  • 08:16 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Şêniyên Bajarê Hesekê  bi merasîmek girseyî 105 têkoşerên azadiyê bi bîr anîn û 2 şervanên QSD’ê oxir kirin.
 
Artêşa tirk di 9’cotmehê de êrîşî seranserî Sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 23’ê cotmehê de agirbest ji aliyê Tirkiye û Emêrkayê hate ragihandin, lê artêşa tirk û hevkarên wê agibestê binpê kirin û êrîşî gundewarê Serêkaniyê û Til Temirê kirin, di encama êrîşan de 2 şervanên QSD’ê giştin asata şehadetê.
 
Îro şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmek girseyî têkoşerên heyva cotmehê li Goristana Şehîd Dijwar û Mîdiya hatin bibîranîn. Paşê 2 şervanên QSD’ê  bi navê  Zîlan Bêrîtan bi nasnavê Emel Ferhan û Aldar Hesekê bi nasnavê Beşar Cewher ku di çarçoveya mafê xwe yê parastinê li gundewarê Serêkaniyê şehîd bûn oxirî xaka pîroz kirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê,  Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Ayşe Hiso sersaxî ji Malbatê Şehîdan xwest û got: “Îro hebûna me li ser rûyê erdê bi berxwedan û têkoşîna van şehîdan e. Şehîd ji bo parastina xaka xwe û avakirina jiyanek azad canê xwe feda kirin.Pêwist e em wekî gel şopdarê rêka van şehîda bin û li hember êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin têkoşînek bê hempa bidin meşandin.”
 
Paşî nasnameya têkoşerên azadiyê ji aliyê Endama Saziya Malbatê Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê wan hatin kirin .
 
Şervanên QSD’ê bi tililiyên dayikan û bi dirûşma “Şehîd Namirin “ oxirî axa pîroz hat kirin.