Careke din şêniyên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan nokteya Rûsan

  • 08:21 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma"Na ji dagirkeriya Erdogan re" careke din bi meşekê berê xwe dan noqteya Rûsan a gundê Wehşiyê ya Şehbayê bi xwesteka vegerandina Efrînê.
 
Bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê careke din berê xwe dan noqteya Rûsan bi armanca vegera Efrînek bi ewle û rizgarkirî. Meş ji gundê Wehşiyê heta noqteya Rûsan berdewam kir. Di meşê de çalakvanan wêneyên tekoşerên azadiyê, birîndar û şehîdên sivîl her wiha pankertên bi nivîsa "Nebin hevkariya dagirkeriya dewleta tirk", "Bes e ji qirkirin û talankirina gelên Sûriyeyê" hildan. Gel bi dirûşmên "Qatîl Erdogan", "Bimire dagirkerî" û "Şehîd namirin" berzkirin. 
 
Şandeyek ji Hevseroka Meclîsa Şehba Îmed Dewod, li ser navê meclîsa malbetên Şehîdan Şaziye Ibrahîm, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fatimê Lekto, li ser navê rûspiyên Efrîn û Şehba Elî Xemîs pêk hat, ji bo teslîmkirina nameya gel ji dewleta Rûsya re.
 
Meş piştî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê rawestiya. Daxuyanî ji aliyê Yekîtita Rewşenbîrên Efrînê endama Yekîtiyê Oseme Ehmed ve hat xwend.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Çawa ku Emêrîka rê da Tirkiyeyê ku êrîşî Rojhilatê Firatê bike, heman tişt Rûsya di Efrînê de pêk anî. Sibehê êdî dewlet hemû şiyar bin, çavên xwe li ser kiryarên dewleta tirk vekin, dawî li van êrîşan bînin.
 
Weke rewşenbîrên Efrînê wê her xeta berxwedanê hilbijêrin, asta tekoşînê zêdetir bikin heta ku Efrînê rizgar bikin û bi aramî bijîn.
 
Piştî derketina şande ji noqteya Rûsan li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fatma Lekto axivî û got: "Me name û xwesteka xwe ji dewleta Rûsan re parve kir. Lê em ê li benda bersiva wan nemînin û berxwedana xwe bidomînin ji ber ku têkoşîn û berxwedan wê Efrînê vegerîne. "
 
Meş bi dirûşma"Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.