ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2019'AN

  • 09:00 30 Cotmeh 2019
  • Rojev
*Di êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, gelek zarok bê bav û dê man. Ayat Ebdil Fetah jî ev sê, çar roj in bavê xwe nedîtiye. Ji ber bavê wê di gund de hatiye dorpêçkirin. Ayatê got:"Kanî tu bavo? Dereng nemîne zû were, ez li benda te me." DÎMEN HEYE
 
* Jinên ji gundê Metînê êş û koçberiya ji ber êrîşên dewleta tirk dîtine û hîn dibînin rave kirin. Hêvî û xeyalên xwe yên vegera gundê xwe wiha vegotin: "Em ser axa xwe koçberiyê dijîn. Bila dewleta tirk here di welatê xwe de ewlehiyê ava bike. Her roj di welatê wan de bi dehan jin tên kuştin."DÎMEN HEYE
 
*Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo bi rêxistinkirina koçberan amadekariya kampekê dike. Endama Komîteya Avakirina Kampê Zeyneb Efrîn têkildarî mijarê wiha got:"Em hewil didin ku amadekariyê kampê bikin û jiyana koçberan nekeve xetereyê."
DÎMEN HEYE
 
*Ji aliyê DSÎ ve li ser riya 60 kîlomtreyî ya di navbera navenda Şirnex û navçeya Qilebanê de ye 8 bendavên ku hatin çêkirin qediyan. Ji ber bendavên hatin çêkirin piştî Pira Spî gundê Qaliq (Bağli) jî di bin avê de ma. BI DÎMEN
 
*Pinar Ozalp a 4 salan li girtîgeha Tarsusê ma, zext û îşkenceyên li girtîgehê vegotin û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi aşkera tehdîda ‘Hun ji vê re dibêjin îşkence? Em ê îşkencê nîşanî we bidin’ dikin. BI DÎMEN
 
*Hevberdevka HDK’ê ya Mersînê Zahîde Yavuz diyar kir sedema tayînkirina qeyûman û polîtîkayên şer krîza aborî ye û got: “Gel û bi taybet jî jin, jiyanek aram, bê şer û bê krîz dixwazin.” BI DÎMEN
 
*Aborîst Emîne Sozudogru Budak diyar kir ku AKP bi înşatê hewl dide aboriyê li ser piyan bigre lê ev sektor jî hatiye asta tunebûnê û artêşa betalan û krîza aboriyê bi şer tê veşartin. Emîneyê got: “Daneyên şer nehatin aşkerakirin. Behsa nêzî 200 mîlyon dolar tê kirin û Tirkiye, Artêşa Netewî ya Sûriyeyê fînanse dike. Her şer lêçûnek cidî ye. Gelo wê çawa dide.” BI DÎMEN
 
*Endama Meclîsa Rêveber a Reqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Semîra El Ezîz, diyar kir ku wê di 2’ê Mijdarê Roja Berxwedana Ji bo Rojava ya Cîhanê û 25’ê Mijdarê de, bi berxwedanê hesabên Xwişkên Mîrabel û Hevrînan bipirsin. BI DÎMEN