'Çavên me li vegera malên me ne'

  • 09:02 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî 
 
KOBANÊ - Jinên ji gundê Metînê êş û koçberiya ji ber êrîşên dewleta tirk dîtine û hîn dibînin rave kirin. Hêvî û xeyalên xwe yên vegera gundê xwe wiha vegotin: "Em ser axa xwe koçberiyê dijîn. Bila dewleta tirk here di welatê xwe de ewlehiyê ava bike. Her roj di welatê wan de bi dehan jin tên kuştin."
 
Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û û komên girêdayî wê bi balafir û çekên giran êrîşî Kantona Girê Spî kirin. Bi hezaran jin û zarok ji ber sedema van êrîşan ji gundên xwe dûr ketin. Ji ber zilm û zordestiyê bûye cara duyemîn ku mecbûrî koçberiyê dibin. Di nava dengê top û balafiran de zarokan ji tirsa guhên xwe digirtin. Gelek jinên ducanî zarokên wan ji ber wan diçû û jinên ku şîr didan zarokên xwe, ji tirsa şîrê wan zuha bû û di nava koçberiyê de mecbûrî şîrê qutîkan dibûn. Dema topebarana dewleta tirkan kesek ji niştecihên gundê Metînê heya niha winda ye û 4 zilam jî jiyana xwe ji dest dane. Gundî dema koçber dibin cenazeyên miriyên xwe li Goristana Ş. Dîcle dispêrin axê. Piştî gundî ji gundê xwe derdikevin Rêveberiya Xweser kesên koçber, li dibistanên Kantona Kobanê bi cih dikin. Ji ber sedema şer kesên koçber li dibistanên bajêr tên bicihkirin. Ji ber vê yekê hemû xwendevan dûrî xwendinê ketine û bi tu awayî nikarin bixwînin. 25 malbatên ji gundê Metînê niha li dibistana bajarê Kobanê ya Ş. Perwîn hatine bicîkirin.
 
Di vê çarçoveyê de jinên ji gundê Metînê de  ku ji ber balafirên dewleta tirk neçar man ji gund derkevin, zehmetiyên ku di koçberiyê de dîtine û yê dibînin bi me re parve kirin.
 
'Dijmin ji hêz û vîna jinan ditirse'
 
Leyla Şêx Ehmed bi lêv kir ku zêdetir jin hedef tên girtin û wiha got: "Em di malên xwe de jiyaneke bi ewle û dûrî şer dijiyan. Lê piştî van êrîşan êdî ne rojên me roj in û ne jî şevên me şev in. Derûniya zarokên me ji ber van şeran xirab bûye. Zarok ji hemû dengan ditirsin. Dema balafir li gundê me da 4 kesên me jiyana xwe ji dest dan û kesekî me bavê du zarokan hîna winda ye. Em nizanin miriye, an sax e. Dewleta tirk herî zêde jinan hedef digirin, ev jî dide diyarkirin ku dijmin ji hêz û vîna jinan ditirse."
 
'Baweriya me bi şervanan heye'
 
Şemsa Ehmed Ceradî jî qala şer kir û wiha gotinên xwe wiha anî ziman: "Dewletên ku êrîşî me dikin, dewletên dagirker in. Dixwazin me dûrî axa me bixin û kesên qirêj ser axa me bi cih bikin. Çawa niha hewil didin demografya Efrînê biguherin û kesên din lê bi cih dikin. Niha dixwazin wisa li gundên me jî bikin. Lê em bi hêza şervanên xwe bawer in ku buhustek axa me ji dagirkeran re nehêlin."
 
'Erdogan kiryarên DAIŞ’ê ser axa me dubare dike'
 
Xerîba Şêx Ehmed behsa derketina xwe ya ji gund kir û wiha vegot: "Em ji ber balafirên dewleta tirk neçar man ji malên xwe derkevin. Kesên ji malên xwe derneketibin hemû dihatin kuştin. Ji bo zarokên min neyên kuştin ez ji gund derketim, hevjînê min jî di wê topbaranê de winda bû. Ez hîn nizanim li ku derê ye miriye sax e ez nizanim. Du zarokên min hene û li pêşiya me zivistan tê. Em ê jiyana xwe di dibistanan de çawa derbas bikin ez nizanim. Jiyan li vir gelekî zehmet e. Ez dixwazim vegerim mala xwe. Şerê çeteyan li Kobanê pêk anî niha dixwazin li Girê Spî dubare bikin."
 
'Hemû dewlet ser kurdan bazarê dikin'
 
Dayika Fatme Xelîl Seîd bal kişand ser êrîşa dewleta tirk a ser sivîlan pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû dewletên navneteweyî ser Kurdan bazarê dikin. Li Serêkaniyê me dît çawa çekê qedexekirî bi kar anîn, zarok şewitandin û xanî ser wan de hilweşandin. Cenazeyên wan bi roja di bin xaniyan de man. Em tenê jiyaneke bi ewle dixwazin."
 
'Bêdengiya dewletan dihêle zarokên me werin kuştin'
 
Medîna Şêx Ehmed jî diyar kir ku komên girêdayî dewleta tirk bi cenazeyên jinan dilîzin û wiha pê de çû: "Êrîşên ku ser herêmên me tên kirin, hemû bi hevkariya dewletên navneteweyî ne. Niha jî dema dagirker bi bedena şervanên me yên jin û jinên siyasetmedar dilîzin, hemû dewlet li beranberî van hovîtiyan bêdeng dimînin. Ev jî dide diyarkirin ku hemû şirîkê hev in."
 
'Vegera me wê di demeke nêz de be'
 
Cemîla Mihemed anî ziman ku rewşa wan li koçberiyê ne baş e û wiha berdewam kir: "Ev bû du car em koçber dibin, ma em ê çend caran ji malên xwe derkevin û wiha bi çolan bikevin. Heta kengî em ê vê rewşê bijîn. Para me Kurdan her tim koçberî ye, tendirustiya zarokên me ne baş e, zarok tî û birçî dimînin. Dema em nêzî gundê xwe bûn her tim me digot em ê vegerin malên xwe, lê ev yek nebû. Her tim hêvî û çavên me li vegera malê me ne."
 
'Gunehê me çi ye?'
 
Herî dawî zarokên bi navê Fatma Şêx Ehmed û Nermîn Şêx Ehmed axivîn û gotin: "Zarokên hemî bajaran diçin dibistanan, çima ya me girtiye?Ma me çi kiriye. Em dixwazin weke berê vegerin dibistanên xwe û bi hevalên xwe re lîstokan bilîzin. Me tu guneh nekiriye, çima zarok tên kuştin? Êdî bes e bila zarok neyên kuştin."