Zeynab Efrîn: Her ku diçe pêla koçberiyê zêde dibe
- 09:05 30 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo bi rêxistinkirina koçberan amadekariya kampekê dike. Endama Komîteya Avakirina Kampê Zeyneb Efrîn têkildarî mijarê wiha got:"Em hewil didin ku amadekariyê kampê bikin û jiyana koçberan nekeve xetereyê."
Artêşa tirk û komên girêdayî wê di 9’ê Cotmehê de êrîşî seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encama êrîşan de bi hezaran kes koçberî cihên ewle wekî bajarê Hesekê û Navçeya Til Temirê bûn. Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo alîkariya koçberan, dibistan vekirin û koçber bi cih kirin. Niha jî ji bo bi rêxistinkirin û avakirina cihekî ewle ji bo koçberan amadekariya vekirina kampekê tê kirin. Têkildarî vê mijarê Endama Komîteya avakirina kampê Zeyneb Efrîn ji me re nirxandin kir.
'Kamp nêzî 675 donim e'
Endama Komîteya Avakirina Kampê Zeyneb Efrîn diyar kir ku kampa amadekarî jê re tê kirin nêzî 675 donim e û wiha got: "Kamp dûrî Bajarê Hesekê bi 12 Km re. Erdê wê 675 donim e. Nêzî 3000 malbat dikarin bi cih bibin. Niha wekî Rêveberiya Xweser dest bi rastkirina erdê wê dikin. Nêzî 4 rojan dê rastkirina erdê wê bi dawî bibe. Êdî em ê dest bi avakirina konan bikin."
'Armanca me birêxistinkirin û ewlehiya koçbera ye'
Zeynebê anî ziman ku girtina dibistanan pêşeroja nivşekî winda dike û wiha domand: "Koçber ji ber êrîşan berê xwe dan cihê ewle. Hin di malan, gund û dibistanan de dijîn, lê ev ne çareserî ye. Girtina dibistanan jî pêşeroja nifşekî winda dike. Me pêwistî dît ku em cihekî ewle ji bo koçberan çêbikin, da ku em bikaribin wan biparêzin û birêxistin jî bikin."
'Êrîşên artêşa tirk a dagirker destek da DAIŞ’ê'
Zeynebê bal kişand ser destekdayîna dewleta tirk û hevkarên wê û wiha got: "Di van êrîşan de artêşa tirk a dagirker destek da şaneyên razayî ku carek din xwe zindî bikin û teqînan pêk bînin. Ji bo wê jî avakirina kampekê ji bo koçberan mirov bikaribe ji van şaneyan wan biparêze û wan bi rêxistin bike. Hejmarek bi vî rengî ji koçberan ku her çend malbat li deverekê ne û hin jî li dibistanan ne, rewşa ewlehiyê di xeteriyekê de ye. Em jî hewl didin bi rengekî lezgîn kampê ava bikin û koçberan bi cih bikin."
'Pêla Koçberiyê zêde dibe'
Zeynebê da zanîn ku artêşa tirk agirbestê binpê dike, êrîşî gundê Serêkaniyê dikin û sivîlan topebaran dikin û wiha pê de çû:"Piştî agirbesta ku ji aliyê Emêrîka û Tirkiyeyê hat ragihandin, artêşa tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ'ê û El-Nusra êrîşî gundewarê Serêkaniyê û Zirganê kirin. Sivîlan topebaran kirin, sivîl neçar dimînin û berê xwe didin cihê ewle wekî navçeya Til Temirê. Her ku diçe pêla koçberan zêde dibe."
'Alîkariya koçberan erkekî wicdanî û mirovî ye"
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku alîkarî bidin avakirina kampê û koçberan bi cih bikin û got: "Alîkariya koçberan erkekî wicdanî û mirovî ye."







