‘Îşkence çi ye em ê nîşanî we bidin!’
- 09:13 30 Cotmeh 2019
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
EDENE - Pinar Ozalp a 4 salan li girtîgeha Tarsusê ma, zext û îşkenceyên li girtîgehê vegotin û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi aşkera tehdîda ‘Hun ji vê re dibêjin îşkence? Em ê îşkencê nîşanî we bidin’ dikin.
Pinar Ozalp ya di 2016’an de li Ceyhana Edenê bi hinceta tevlî Newrozê bûye û govend gerandiye hat girtin û 15 sal ceza lê hat birîn. Pinar ji girtîgeha Karataş a Edenê du meh şûnde şandin girtîgeha Tarsusê û di 21’ê îlonê de ji ber dosya wê xera bû û berat kir, hat berdan.
Pinarê da zanîn ku li ser piyan jimartin li wan hatiye ferzkirin û ji ber li dijî vê derdiketin rastî cezayê hucreyê hatine û wiha got: “Tahliyeya gelek hevalên me dişewitandin. Ji kolyeya stûyên me heta gotina me, her tişt sedema îşkencê bû. Hevalên me yên ku ev qebûl nedikirin cezayê wan 4 salan hatine dirêjkirin. Gardiyan û rêveber bi aşkera dibêjin ‘Ma hun ji vê re dibêjin Îşkence, em ê îşkenceyê nîşanî we bidin' û em tehdît dikirin.”
‘Xwarin nebaş bûn’
Pinarê bi lêv kir ku dema nû ew şandine Tarsusê di koxuşan de 80 kes diman û wiha got: “Me du nivîn dianîn gel hev û em 4 heval li ser radizan. Carna bi dorê em li erdê radizan. Xwarinên me gelek xerab bûn. Em hemû nexweş diketin. Mîdeya me xera dibû. Dibe ku me goştê kerê jî xwaribe. Demekê qet xwarina bi goşt nehat. Hevalên me dipirsin ku çima xwarinên bi goşt nayên. Li girtîgehê her sibeh dengê keran dihat. Wê şevê êvarê xwarinek bi goşt hat. Gelek hevalên me nexweş ketin. Di alî psîkolojîk de min got me goştê kerê xwariye. Xwarinên me her tim xerab û balkêş bûn.”
‘Lêgerînên tazî dihatin ferzkirin’
Pinarê di berdewamiyê de bi lêv kir ku gardiyan û rêveberiya girtîgehê di nav helwestek balkêş de bûn û wiha pê de çû: “Pirsgirêkên me nedihatin dîtin. Em her hefte rastî lêgerînanê dihatin. Nêzîkatiyek mirovî tune bû. Hemû alavên me dihatin serobinokirin. Bincilkên me dihatin kontrolkirin. Em her tim rastî lêgerîna tazî dihatin. Me îtîraz dikir. Li ser vê îşkence dihat kirin. Li girtîgehê dayika Sîsê Bîngol ya 80 salî û pitikên bi dayikên xwe re hebûn. Girtiyên nexweş hebûn. Rojnameger Dilbîrin Turgut di heman demê demê de nexweş e. Ji ber kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin. Zarokê bi navê Dersîm di 1 salî de bi dayika xwe re ket girtîgehê û ev 2 sale bi biskujiyan mezin dibe. Pêlîstokek wî tune.”







