'Destkeftiyên jinan hedef tê girtin'
- 10:03 30 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tebqa û Reqayê jinan têkildarî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîn li dar xistin.
Buroya Birêxistinkirina Jinan û Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya şaxê Tebqayê têkidarî sûc û êrişên dewleta tirk û komên girêdayî civîneke ji jinan re li dar xist. Di civînê de hate gotin, artêşa tirk û komên girêdayî wê bi binpêkirinên xwe di radeya yekemîn de jinê dikin hedef.
Di civînê de sûcên artêşa tirk û komên girêdayî wê, qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef, îşkencekirina li cenazeyê berxwedêr Amara û dîlgirtina şervana YPJ'ê ya birîndar Çîçek Kobanê hatin şermezarkirin. Hate gotin ku hêzên dagirker di êrişên xwe de di serî de jinan dikin hedef, jinên herêmê li hemberî van êrişan wê têkoşînê bikin.
Piştî bidawîbûna civînê seroka Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Tebqayê Emîne El-Şewax girêdayî sûcên hovane yên çeteyên DAIŞ û Cebhat El-Nusra der heqê jinên Sûriyeyê de axivîn
Emîne destnîşan kir ku koma Ehrar El-Şerqiye wiha got:"Çete desteka xwe ji dewleta tirk digire bi planeke rêxistinkirî ku sûcên şer derbas dike sekretera giştî ya partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kirin, ev yek e diyar dike ku kirinên wan û yên DAIŞ'ê ji hev cuda nîne û li pêşiya çavê cîhanê eşkere ne."
Endama rêveber a Yekitiya Rewşebîran a Tebqayê Sewsen El-Hisên bal kişand ser destkeftiyên ku jinên herêmê piştî rizgarkirina herêmê ya ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk.
Reqa
Rêveberiya Jin a herêma El-Kesra ya li başûrê bajarê Reqayê bi armanca zelalkirina asta rastiya planên dewletên din û armancên wê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de civînek lidar xistin. Bi dehan jinên herêmê tev li civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê Meryem El-Abo behsa bûyerên ku li herêmê rû didin bi taybet êrişên artêşa tirk û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Meryem El-Abo wiha domand: "Dewleta tirk behsa kijan kaniya aştiyê dike. Ew behsa talankirina milkên şêniyan, dizîna mewsimên çandiniyê, revandina şêniyan, girtina fîdyayan û lîstina bi cenazeyên şervanên YPJ'ê dike."
Meryem El-Abo di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk nûnertiya wan dike û tu hezeke din qebûl nakin. Ji ber ku şervanên QSD'ê teror ji herêmê tune kirin û destkeftiyên gel parastin.
Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Meclisa Jinan a Reqayê Xewle El-Îsa got ew ji bilî diyaloga sûrî-sûrî qebûl nakin.
Civîn bi nîqaşan û redkirina jinan a dagirkeriyê bi dawî bû.







