Evîn Paşo: QSD’ê tola hemû jinên cîhanê hilgirt
- 11:22 30 Cotmeh 2019
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo diyar kir ku bi kuştina lîderê DAIŞ’ê Ebûbekir El-Bagdadî tola hemû jinên cîhanê hat hilgirtin.
Kurdên Êzidî di gelek fermanan de derbas bûn. Fermana herî dawî ya çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de pêk hatibû. Komkujî bi fermana Serokçete Ebûbekir El-Bagdadî hate pêkanîn. Di encamê de bi hezaran kes hatin koçberkirin û qetilkirin. Bi hezaran jinên Êzîdî wek êsîr hatin revandin û li bazaran hatin firotin.
Bi operasyona hevpar a DYE û QSD’ê lîderê DAIŞ’ê Ebû Bekîr El-Bexadaî hate kuştin. Derbarê kuştina Ebûbekir El-Bagdadî endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo nirxandin kir û got: "Kuştina Ebûbekir El-Bagdadî derbeyek giran li Tirkiyê xist."
'Kuştina serokçeteyê DAIŞ’ê wekî mizgîniyekê bû'
Evînê diyar kir ku kuştina serokçeteyên DAIŞ’ê Ebûbekir El-Bagdadî ji bo hemû jinan mizgîniyek bû û wiha got: "Êrîşên li ser Şengalê hat kirin bi hezaran kes hatin qetilkirin. Çeteyên DAIŞ'ê bi hezaran jinên Êzidî revandin û li bazaran firotin. Di heman demê de jinên Reqa û Dêrazorê jî bi destên wan hatin kuştin û revandin. Kuştina serokçeteyên DAIŞ’ê tolhildan û mizgîniyeke ji bo tevahî jinan bû."
'Hebûna El–Bexdadî li İdlibê nameyek girêng e'
Evînê bal kişand ser hebûna serokçeteyê DAIŞ’ê li İdlibê û domand: "Idlib di bin kontrola dewleta tirk a dagirker de ye. Hebûna Serokçeteyên DAIŞ’ê li Idlibê jî nameyek girîng ji bo hemû cîhanê ye. Serokçeteyên DAIŞ’ê di bin sîwana dewleta tirk a dagirker xwe bi cih kiriye. Kuştina Ebûbekir El-Bagdadî jî têkiliya di navbera Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ’ê eşkere kir ."
'QSD'ê tola hemû jinên cîhanê hilgirt'
Evînê da zanîn ku kuştina Ebûbekir El-Bagdadî şikandina Erdogan e û wiha pê de çû: "Kuştina Serokçeteyê DAIŞ'ê di destpêkê de şikandinek ji tirkiyeyê çêkir. Şervanê QSD’ê jin ji tarîtiya DAIŞ’ê li Dêrazorê û Reqayê xilas kir. Bi kuştina Ebûbekir El-Bagdadî tola bi hezarê jinan hilgirt."
'QSD hêz, hebûn û îradeya gel e'
Evînê bi bîr xist ku heta vê kêliyê QSD'ê li hemberî dijmin şer dike û wiha bi dawî kir: "QSD ji destpêka şoreşa Rojava heta van kêliyan jî bê navber beramberî dewleta tirk, çeteyên DAIŞ'ê û El-Nusra têkoşîneke bêhempa dide meşandin. Ji bo wê jî gel QSD’ê wekî hêz ,hebûn û îradeya xwe dîbîne. Em bi dil û can piştgirî didin şervanên QSD’ê."







