Jinên Efrînê: Heta em hebin em ê axa xwe biparêzin
- 12:05 30 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku bi armanca xwesteka vegera Eftînê, beşdarî meşa li hember Rusan bûne axivîn û gotin: "Heta em hebin em nahêlin Erdogan derbasî axa me bibe. Heta em hebin em ê axa xwe biparêzin. Êdî bes e sivîl dibin qurbaniya lihevkirinên we yên qirêj."
Bi armanca xwesteka vegera Efrînê û li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê şêniyên Efrînê berê xwe dan nokteya Rusan û nameya xwe teslîmî wan kirin. Di derbara vê yekê de jinên Efrînê yên beşdarî vê meşê ya li himber Rusan bûn wiha nêrînên xwe parve kirin.
'Tenê jiyanek azad û bi aramî dixwazin'
Newroz Henan di derbarê xwesteka xwe ji Rûsan re axivî û got: "Dewleta Rûs Efrîn firot. Îro jî em ji wan dixwazin Efrînê ji me re vegerînin. Em ê di bin baran û germê de li ser piya bin heta ku xwesteka me pêk bînin. Em weke gelê Efrînê tenê jiyanek azad û bi aramî li ser xaka xwe bijîn."
'Em hebûn em hene û em ê her hebin'
Berfîn Muhemed jî helwesta xwe wiha anî ziman: "Em weke ciwanê Efrînê çalakiyên xwe li hember nakokiyên Rûsan li dar dixin. Bila tu kes nebêje em tune ne, em hebûn em hene û em ê her hebin û çalakiyên xwe li dar bixin. Em ji dewleta tirk re dibêjîn ciwanên Rêber Abdullah Ocalan tu carî nawestin û winda nabin. Em ê bi berxwedana ciwanan vegerin Efrînê."
'Bila bes gelê sivîl bibin qurbana lihevkirinên we'
Fîdan Heyder nerazîbûna xwe wiha li hember bêdengiya dewleta Rûs nîşan da: "Em ê her li hember nokteyên Rûsan rawestin heya xwesteka me pêk bînin, dewleta Rûs rê li pêşiya Erdogan vekir ku Efrînê dagir bike. Em ji Rûsan dixwazin çawa Efrîn da wê vegerîne, êdî bese gelê sivîl dibin qurbana lihevkirinên we. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê Efrînê paşve bigirin."
'Em naxwazin Erdogan derbasî axa Sûriyeyê bibe'
Nezîhe Reşîd wiha got: "Em naxwazin Erdogan derbasî xaka Sûriyeyê bibe. Dewleta tirk me bi dara zorê ji Efrînê derxist û em di bin konan de bi cih bûn. Erdogan malên me talan kir û hilweşand. Em Erdogan lanet dikin."







