Kolanên Sûrê yên dîrokî bi destê jinan hatin resimandin
- 12:13 30 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Bi hevkariya Şaredariya Sûrê û Şîrketa lva a Çandê, ji bo ku dîwarên Sûrê bên xemilandin, xebata grafîtî hat kirin. Di vê xebata hevpar de li kolanên Sûrê li ser dîwaran ji aliê wênesazên jin ve, bo balê bikişînin ser newekheviya zayendî wêneyê Fatma Îsa û Şahmaran hatin xêzkirin.
Di projeya ku bi pêşengiya Şaredariya Sûrê ya Amedê hat kirin, Navenda Hunerê ya Laşeşê û dîwarên kolnê yên Duçemê ji aliyê wênesazên jin ve hatin resimandin. Jinên ku kedeke mezin dan wêneyê Dengbêja navdar Fatma Îsa û Şahmaran li ser dîwarê sûrê resimandin. Wênesazên jin ku girêdayî Navenda Çandê ya Ivayê dixebitin diyar kirin ku ew bi vê projeya bi şaredariya Sûrê re dimeşîn armanc dikin ku balê bikişînin ser newekheviyza zayendî ya di nava civakê de.
Wêneyên ku li ser dîwarê Sûrê hatin xêzkirin ji aliyê şêniyên Sûrê ve bi xweşbînî hatin pêşwazîkirin.







