Li Farqînê û Hênê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin.

  • 12:28 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Leşkeran di operasyona eskerî ya li herêma Farqîn û Hênê de bi ser malan de girtin û 5 kes  binçav kirin. 
 
Di navbera navçeya Sîlvan û Hanî ya Amedê de operasyona leşkerên taybet pêk hat. Di encama van sergirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.
 
Li herêmên çiyayî û gundewarên ku dikevin sînorê navçeya Sîlvan û Hanî ya Amedê, di 26’ê Cotmehê bi beşdarbûna leşkerên taybet re operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di encama serdegirtina malên tax û gundikên herêmê de, M.G., Y.Z., S.M., M.T. û M.Y hatin binçavkirin.
 
5 kesên ku hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirme ya Herêmê û hat ragihandin ku operasyona ku li herêmê hatibû destpêkirin bi dawî bûye.