Mayin bi du kesan ve teqiya
- 12:29 30 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Li gundê Esediyê yê girêdayî Serêkaniyê mayina ku dewleta tirk bi cih kiribû di şêniyên gund de teqiya.
Li gundê Esediyê yê girêdayî Serêkaniyê mayina ku dewleta tirk berê bi cih kiribû di şêniyên gund de teqiya. Di encama teqinê de du hemwelatî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya Hesekê.
Navê hemwelatiyên ku birîndar bûne wiha ye: Hisên Elî Hisên û Merîş Îbrahîm Mihemed.
Ev gund beriya demekê ji aliyê dewleta tirk ve hatibû topbarankirin û şaneyên veşartî ya girêdayî dewleta tirk hatibûn bicihkirin.







