Endamên Dada Civakî êrîş şermezar kirin
- 12:51 30 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞEHBA - Ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta tirk ku di derheqê jinan de pêk tînin hiquqnasên jin ên dada Civakî ya kantona Efrînê daxuyanî li gundê Tel Sûsin dan.
Bi pêşengtiya Dada Civakî ya Kantona Efrînê, ji bo kiryarên dewleta tirk di derheqê jina de pên tinîn daxuyaniyek li gundê Tel Sûsin ya girêdayî Kantona Şehbayê hat dayîn. Bi tevlîbûna Dada Civakî, Mala Jin, Komîteya lihevkirinê û Dîwana Adaletê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliya EndamaDada Civakî ya Kantona Efrînê Orîvan Silêmen ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Dewleta tirk ji dagirkirina Efrîn û hemu deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têr nebû, lê dixwest mesafeyên dagirkirinê li ser hesabê erdên Sûriyeyê firehtir bike. Di bin navê heremên ewle de dewleta tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta tirk êrîşên xwe yê derveyî mirovatiyê li ser me tîne û li beramberê vê yekê dewletên navnetewî bêdeng in.
Di dîroka 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşên xwe li ser Rojhilatê Firatê pêk anî, di encamê êrîşên dewleta tirk a dagirker de 300 hezar insan koçber bûn, nêzî 200 kes hatin qetilkirin, zêdetirî 600 kes birîndar bûn. Piştî dagirkirina Serêkaniyê êdî kiryarên xwe yên hov di derheqê gelê sivîl de didin meşandin. Li kêleka kiryarên hov bi wêne û dîmenan bi awayekî dijmirovatî bi taybet li dijberî jinan mîna Hevrîn Xelef, Amara û herî dawî dîlgirtina Çîçek Kobanî belav dikin.
Li ser vê esasê em bang li hemû rêxistinên dewletên navnetewî, bi taybet Rêxistina Netewên Yekbûyî dikin ku li hember Tirkiye bisekinin, bila tirk ji xaka Sûriyeyê vekişe û hemu esîrên ku di destê wan de rizgar bikin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana QSD’ê" û "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.







